Xelkê Şengalê çalakiya xwe didomînin

  • 13:51 21 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 20’yan de dewam dike. Xelkê Şengalê bi serdanan pişgiriya xwe tînin ziman û diyar dikin ku heya daxwazên pêkneyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
 
Xelkên Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin û her wiha bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 20’yan de ji aliyê meclîs û saziyên Şengalê ve dewam dike.
 
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Êzidî heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek nedane. Ji bo vê jî xelkê Êzidî diyar dikin ku dê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin.