Girtiya siyasî Kubra Filiz li girtîgeha edliyan tê girtin

  • 11:05 21 Kanûn 2020
  • Rojane
 
BÛRSA - Girtiya siyasî Kubra Filiz tevî ku bi dehan cara daxwazname da jî ev du sal û nîv e li Girtîgeha Jinê ya Yenişehira Bursayê li hucreya yekkesî tê girtin. 
 
Girtiya siyasî Kubra Filiz ev du sal û nîv in  li Girtîgeha Jinê ya Yenişehira Bursayê ya girtî û hukumxwarên eldlî lê tên girtin li hucreya yekkesî tê girtin. Kubra ji bo sewqî girtîgeheke din a girtiyên siyasî tê de ne bê kirin bi dehan caran daxwazname şandiye û ketiye greva birçîbûnê lê belê ev yek ji aliyê îdareyê ve nehat qebûlkirin. 
 
Xwişka Kubra da zanîn ku ji ber pandemiyê hevdîtina bi rû bi rû nayê kirin û ew ji hefteyê carekê tenê 20 deqeyan hevdîtina bi telefonê dikin her wiha piştî 10 deqeyan personelên girtîgehê deng derdixin û ji bo hevdîtina bi telefonê neyê kirin dibin asteng. Xwişka Kubra da zanîn ku ger wiha dewam bike Kubrayê ji bo vê rewşê şermezar bike ew ê mafê xwe yê telefonê yê careke din bi kar neyne.