Greva birçîbûnê di roja 25'an de ye

  • 09:12 21 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêrinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, bi koma 5'emîn di roja 25'an de berdewam dike. 
 
Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalakiya ku bi koma 5'emîn berdewam dike ket roja 25'an.
 
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Bikeve tevgere" li Arnavutkoya Stenbolê li ser dîwaran nîvîsên wekî "Li Girtîgehan berxwedan heye", "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" û "Tecrîdê bişkene û faşîzmê têk bibe" hatin nivîsin.