Rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel giran dibe

  • 09:11 21 Kanûn 2020
  • Rojane
ENQERE - Keça Muhlîse Karaguzel a 63 salî ku li girtîgeha Bunyan a Jinan a Kayseriyê dimîne û gelek nexweşiyên wê yên kronîk ên wekî tansiyon, şekir û bîhnê hene Zîlan Karguzel, diyar kir ku dayika wê nikare bîhnê bide û bistîne û divê ji pozê xwe demildest bê ameliyatkirin. 
 
Ji gitiyên nexweş ên rwşa wan giran ku di lîsteya ÎHD'ê de cih digirin yek jê jî Muhlîse Karaguzel a 63 salî ku li li girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê dimîne ye. Keça Muhlîse Zîlanê derbarê dayika xwe de nirxandin kir. Zîlanê diyar kir ku piştî dayika wê birine nexweşxaneyê ew 14 rojan kirine karantînayê lê li gel ku 14 rojên wê qedyane jî ji karantînayê dernexistine û 20 roj e di bin karantînayê de tê girtin. 
 
'Li ber mirinê ye'
 
Zîlanê diyar kir ku dayika wê nêzî sal û nîvekê ye di girtîgehê de tê girtin, şertên girtîgehê beriya pandemiyê jixwe xirab bûn û piştî pandemiyê jî xirabtir bûne. Zilanê got ku gelek nexweşiyên dayika wê yên kronîk ên wekî şekir û tansiyonê hene û ev tişt got: "Ev nexweşiyên dayika min bi raporan jî hatine ispatkirin. Di heman demê de dayika min ji ber gotê di pozê wê de di warê bihnê de zahmetiyan dikişîne. Li gel ku bijîşk dibêjin divê ji pozê xwe bê ameliyatkirin jî rêveberiya girtîgehê destûrê nade .Dema ku wan dişînin nexweşxaneyê jî bijîşk dibêjin em tenê ameliyatên lezgîn dikarin bikin. Lê rewşa dayika min jî acîl e.  Dema ku mirov nikaribe bîhnê bide û bistîne tê ber mirinê.  Dayika min ji ber ku çûye nexweşxanê û hatiye jî 14 rojan kirine bin karantînayê. Lê li gel ku dema karantînayê 14 roj e  ev 20 roj e dayika min ji karantînayê negirtine."
 
'Dayika min li ber korbûnê ye'
 
Zîlanê got ku şekirê dayika wê gelek zêde ye, lê nikare xwe bigihîne dermanên ku divê rojane bi kar bîne  û ev tişt got, "Piştî ku dermanên dayika min rojane bi kar tîne diqedin gelek dereng didinê û ev jî dibe sedema pirsgirêkan. Dayika min çavekî wê hatiye asta korbûnê û sedema vê jî nexweşxane ye.  Ji pirsgirêkên herî girîng ku girtî dijîn yek jê jî ya bi nexweşxaneyan re ye.  An girtiyan nabin nexweşxaneyê û yan jî dema diçin nexweşxaneyê pirsgirêkan dijîn.  Şekirê dayika min ji ber ku zêde ye li çavên wê dixe. Rapora dayika min a ku nikare di girtîgehê de bimîne jî heye lê li gel vê raporê jî di girtîgehê de tê girtin."
 
'Bi alîkariya hevalên xwe li ser piyan dimîne'
 
Zîlanê got ku wekî dijminan nêzî girtiyên siyasî dibin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Dayika min bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe berdewam dike. Ji ber rewşa pandemiyê em nikarin biçin serdana wê jî.  Em herî dawî berî bi 3 mehan çûn hevdîtina wê û dema ku ez çûm jî min dît ku rewşa wê nebaş e. Goştê di pozê wê de bi tevahî polozê wê xitimandiye û ji ber wê çavên wê jî werimî bûn.  Lê piştî ku birine nexweşxanê jî doktor gotiye em nikarin ameliyat bikin.  Dayika min di heman demê de di lîsteya nexweşên girtî ya ÎHD'ê  de ye û gelek raporên wê ku dibêjin nikare di girtîgehê de bimîne jî hene. Hem min, hem dayika min û hem jî parêzerê wê me daxwazname da ku bê ameliyatkirin."
 
'Em naxwazin tu çalakî bi mirinê bi encam bibin'
 
Zîlanê bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî û ev tişt got, " Em naxwazin ku tu çalakî bi mirinê bi encam bibin.  Bila rayedar di vî warî de gavan biavêjin û daxwazên girtiyan ên meşrû bi cih bînin. Bi salan gelek hevalên me ji ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.  Em êdî nema dixwazin ku tu kes jiyana xwe ji dest bide .Em naxwazin ku xizmên me û hevalên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Bila Wezareta Dadê demildest daxwazên girtiyan bîne cih."