‘Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne’

  • 09:06 21 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka Federasyona MED TUHAD-FED Elîf Haran bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: “Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Pêwîst e ku ew daxwaz bi lez û bez werin cih. Beravajî  vê wê dîmenên xeter derkevin holê." 
 
Li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, girtiyan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Çalakiya greva birçîbûnê her diçe mezin dibe û komên nû grevê dewr digirin. Têkîldarî mijarê Hevseroka Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran nerînên xwe bi me re parve kir.
 
‘Şert û mercên girtîgehan her ku diçe xirabtir dibin’
 
Elîf di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Binpêkirina mafên girtiyan berê zêde bû û bi pandemiyê re zêdetir bû. Di hêla hijyen û xwedîbûnê de kêmasiyên mezin derketin holê. Her wiha girtiyên nexweş nayên  tedawîkirin. Wekî ku tê zanîn di sala 2018’an de girtî ketibûn greva birçîbûnê û ji 200 rojan zêdetir di greve de mabûn. Ji ber vê sedemê xweparastina laşê girtiyan jî qels e. Me di vê pêvajoyê de binpêkirina mafan di raporan de bi cih kir û bi çapemeniyê re jî parve kir.  Li derve di çarçoveya pandemiyê de hin tedbîr tên girtin lê mixabin li girtîgehan tu tedbîr nayên girtin.  Ne pêkan e ku tedîr bên girtin jî. Ji ber ku di qawîşên 10 kesî de 15 an jî 20 kes dimînin. Di vî warê de mesafeya fizîkî  ne gengaz e.  Dîsa li girtîgehan çend kes bi vîrûsê ketine nayê zanîn. Me wan ji Wazereta Edaletê pirs lê daxuyanîyek ku dilê malbat û saziyan fireh bike nehat dayîn. Daxuyaniya ku herî dawî parve kiribûn ew bû ku 118 kes di girtîgehan de bi şewbê ketine. Lê belê li ser rewşa wan kesan tu agahî nehat dayîn. Em nizanin ku girtî di karantinayê de ne an di qawîşan de ne. Her wiha em nizanin ku hêjmara wan girtiyên ku bi şewbê ketine bi awayekî zelal tê parvekirin an na. Di van mijarên de gumanên me hene. Dîsa ji ber koronayê bi dehan girtiyan jiyana xwe jidest dan. Me gelek bangawazî kir lê mixabin em dibînin ku şert û mercên girtîgehan her ku diçe xirabtir dibin.”
 
‘Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne’
 
Elîfê, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne û wiha pêde çû: “Bi rastî jî Gelê Kurd di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe.  Tevî van yekan li dijî tecrîd û binpêkirina mafan di destê girtiyan de berxwedana herî mezin grevên birçîbûnê ne. Mixabin girtiyan bedena xwe razandine vê çalakiyê. Ji ber ku girtî berî bi sal û nîvekê jî ketibûn grevê  xweparastina laşê wan piranî lawaz e. Tevî van yekan ez dixwazim balê bikşînim  ser vê mijarê jî ku hikûmeta AKP-MHP’ê dema ku xwestin ji bo berjewendiyên xwe tevbigerin û ketin tengasiyê, rêya Îmraliyê vedikirin lê dema naxwazin jî cezayên dîsîplîn û binpêkirina mafan dixin rojevê. Çawa ku mafên hemû girtiyan divê hebe mafên birêz Ocalan jî divê hebin û divê ew maf werin dayîn. Lê mixabin ev demek dirêj e ku li ser birêz ocalan tecrîdek giran tê meşandin û vê tecrîdê bandora xwe li ser hemû girtîgehan kiriye. Divê AKP-MHP guhên xwe ji van rewşan re negirin. Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Pêwîst e ku ew daxwaz bi lez û bez werin cih. Beravajî  vê wê li girtîgehan dînenên xeter derkevin holê.”
 
‘Divê girtî tenê neyên hiştin’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em wek MED TUHAD-FED’ê bang li hemû rêxistinên sîvîl, parêzvanên mafên mirovan û malbatan dikin û dibêjin ku di vê  pêvajoyê de girtiyan tenê nehêlin. Bi qasî ku ji destê me hat divê em bikaribin piştevaniyê bikin. Her wiha bi taybetî ez  bang li hikûmeta AKP-MHP’ê dikim ku bila daxwazên girtiyan bi cih bînin û dawî li tecrîd û vê binpêkirina mafan bînin.”