‘Pêwîst e bertekên tûj li dijî kiryarên dewleta tirk bên dayîn’

  • 09:03 21 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Rêvebera Kongeya Star a Kantona Qamişlo Gulîstan Gulo, derbarê êrîşên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin kir û wiha got: ”Êrîşên dawî yên ku niha ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin, berdewamiya komploya li ser erdnîgariya axa me ne.  Armanca dewleta tirk ji êrîşên ku li ser herêmên me tên kirin, ew e ku bajarên me ji hevdu qut bike.”
 
Di demên dawiyê de dewleta tirk bi rengakî rojane êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Herî dawî jî  êrîşên xwe li ser gundewarên Til Temirê, Eyn Îsa û xeta M4’ê  dijwartir kir. Ji bilî êrîşên topbaranê, dewleta tirk  her carê avê ji ser bi milyonan mirovan qut dike û wan bê av dihêle.  Li pêşiya çavên hemû cîhanê ev kiryar tên kirin û tu kes dengê xwe nake. Têkildarê mijarê Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Gulîstan Gulo nirxandin kir. 
 
‘Armanca dewleta tirk têkbirina şoreşê ye’
 
Gulîstanê li ser armanca êrîşên dewleta tirk wiha got: ”Di vê dema dawiyê de êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me û bi taybet li ser Til Temir, Eyn Îsa û xeta M4 zêdetir bûne.  Armanca dewleta tirk ji destpêkê de têkbirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Êrîşên ku niha tên kirin berdewamiya komploya dagirkirina xaka me ye, her wiha dixwaze ku bajarên me ji hevdu qut bike.  Dewleta tirk destkeftiyên gelan hedef digire û tu kes jî dengê xwe jê re nake.”
 
‘Em dixwazin dewleta tirk ji xaka me derkeve’
 
Gulîstanê di dewamiya gotina xwe de bal kişand ser têkbirina dewleta tirk û wiha pê de çû: “Piştî ku biryara rawestandina şer derket, dîsa deweta tirk ev biryar pêk nanî û her êrîş dijwartir kir.  Ev êrîş li pêşiya çavên hemû dewletên cîhanê tên kirin û tu kes jî dengê xwe nake û êrîşan rewa dibînin. Di heman demê de kiryarên ku di nava bajarên dagirkirî de tên kirin,kiryarên dijmirovî ne. Kuştin, revandin, talankirin û tecawizkirin li wan bajaran rojane tên kirin. Piştî hilbijartinên Amerîka hinek helwestên Amerîka û Ewropayê ji bo êrîşên dewleta tirk derketin holê, lê ev yek jî têrê nekir. Gelê herêmê daxwaz dike ku dewleta tirk bi temamî ji xaka wan derbikeve.”
 
 ‘Dixwazin Şengalê jî bikin qurbana bercewendiyên xwe ’
 
Gulîstanê peymana di navbera hikûmeta Îraq û Hewlêrê de a li ser civaka êzidî jî bi bîr xist û wiha dirêjî da gotina xwe: ”Hevpeymana ku di navbera hikûmeta Îraq û Hewlêrê de li ser civaka êzidî bi daxwaza dewleta tirk hatiye îmzekirin, dikeve xizmeta berjewendiyên dijminan. Dîsa jî dewleta tirk dixwaze şer di navbera kurdan de derbixe û Şengalê jî bikin qurbana berjewendiyên xwe. Civaka êzidî tenê hiştin û niha jî dixwazin serweriya xwe li ser vê civakê bidin ferizkirin. Wê vîna şêniyên Şengalê nehêlê ku pilanên wan bi ser bikevin.”
 
‘Bila rêxistinên mafên mirovî bi erka xwe rabin’
 
Di dawiyê de Gulîstan bang li civaka navnetewî kir ku êdî êrîşên li ser civakan bidin rawestandin û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Pêwîst e êdî ev şer bê sekinandin ku mirov di nava aşîtiyê de bijîn. Banga me ji civaka navnetewî re ye ku bi erka xwe rabin. “