Gulgeş Deryaspî: Ji ber ez nivîskareke kurd im ez hatim girtin

  • 09:02 21 Kanûn 2020
  • Rojane
BEDLÎS - Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî da zanîn ku herkesê di qada Kurdî de xebatê dike dewlet wan mecbûr dihêle ku bedeleke mezin bidin û wiha got:"Min heta niha xebat li ser Wêjeya Kurdî kir û ez ê ji niha şûnde jî xebatên xwe bidomînim. Ez bêm girtin jî bêm kuştin jî ez paşde gavê navêjim."
 
Di 25'ê Tîrmeha 2019'an de li Tetwana Bedlîsê polîsan bi ser mala Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî de girtin û bi hinceta meş û xwepêşandinên Gulgeşê beşdar bûne di 30'yê Tîrmeha 2019'an de Gulgeşê hat girtin û piştî 9 mehan girtî ma şûnde hat berdan. Rûniştina Gulgeşa bi awayekî berdeayî dihat darizandin di 3'yê Kanûnê de hat dîtin û îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Gulgeşê hat birîn. Gulgeşê têkildarî zextên li ser zimanê kurdî û cezayê lê hatiye birîn nirxandin kir. Gulgeşê got:"Min heta niha xebat li ser Wêjeya Kurdî kir û ez ê ji niha şûnde jî xebatên xwe bidomînim. Ji ber ez nivîskareke kurd im ez hatim girtin. Ez bêm girtin jî bêm kuştin jî ez paşde gavê navêjim."
 
'Divê em qîmetê bidin zimanê xwe'
 
Gulgeşê bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û wiha got:"Divê em qîmetê bidin zimanê xwe. Ez bi kîja zimanî binivîsim jî ji xeynî kurdî jiyana min nikare rave bike. Ez ji malbateke kurd ji dayik bûm. Dayik û bavê min kurd in. Civaka me kurd e. Heta 17 saliya xwe ez di nava civaka kurd de bûm û min ji derveyî kurdî zimanekî din nizanibû. Ji ber min jiyana xwe bi kurdî temam kiribû min dema bi zimanekî din binivîsanda ew ê zehmet ba. Dibe ku ez heta 70 salên din jî kurd bijîm. Divê mirov felsefeya xwe paşguh neke. Di felsefeya min de bi sedsalan e hemû tişt bi zimanê kurdî hat avakirin. Çand, bawerî, ol, felsefeya min a jiyanê bi kurdî hatin avakirin û hat astekê. Neqilkirina jiyaneke kurdewarî ya zimanekî din ne hêsan e. Loma çawa gelên din bi zimanê xwe dikarin xwe bi hêsantir îfa bikin ez jî bi kurdî dinivîsim û xwe bi hêsanî îfade dikim. "
 
 'Tevî zehmetiyan wêjeya Kurdî tê parastin'
 
Gulgeşê bi lêv kir ku zimanê kurdî her dem hatiye qedexekirin, tevî zextan jî wêjeya Kurdî li gor wê serkeftî ye û wiha pê de çû:"Ez wêjeya Kurdî û yên cîhanê nadim ber hevdu çimkî şerdên me û yên wan ne wek hev in. Kurdî nebûye zimanê perwerde, bazar, siyasetê. Em di bin bandora zimanên desthildar jî mane. Em mecbûr man ku di bin bandora zimanê desthildatdaran de bijîn. Tevî ku wêjeya Kurdî her dem hatiye astengkirin û di bin zextan de maye dîsa jî asta wêjeya Kurdî ya niha baş e. Gelek kesî bi kurdî helbest, roman, çîrok nivîsandin û lêkolîn kirin. Dîsa li ser felsefeyê, hiqûq û têgehên din lêkolîn hatin kirin. Tevî zehmetiyan wêjeya Kurdî tê parastin loma ez serkeftî dibînim."
 
'Jinên kurd ji bo kurdan jiyaneke nû ava kirin'
 
Gulgeşê da zanîn ku ew wekî jinên kurd ên di qadên siyaset, rojnamegerî, weje û qadên din qebitîne ji xweliya xwe ji dayik bûne û wiha dewam kir:"Jin ji bo van sifatan bi dest bixin bedelên mîna girtin, binçavkirin, mirin dan ber çavan. Ez dixwazim çîrokekê bêjim. Jineke hebû navê wê Qumrikê bû û 15 salî bû. Dihat xwestin ku bi yekî 60 salî re bê zewicandin lê wê qebûl nekir û rojekê êdî nema xuya kir. Dibe ku hatibe kuştin jî. Ji bo jin bibin wêjekar, siyasetmedar, rojnamger û hwd. tu derfet li ber lingên wan nehatin raxistin. Jin dema vegerin û li dîrokê binêrin ew ê hêsirê wan bê xwarê. Çimkî wan ji bo kurdan jiyaneke nû ava kirin. Hêsa ku mirov perçeyek ji vê têkoşînê be nayê ravekirin. Ev hîsna dîrok û pirtûk dikarin rave bikin."
 
'Her kesên xebatên kurdî dikin dizanin dê bedelekî bidin'
 
Gulgeşê da zanîn ku gelek kesên di qada zimanê kurdî dixebitin hatine binçavkirin û girtin û wiha got:"Min dizanîbû ez ê jî rojekê bêm girtin lê belê dîsa jî min dev jê berneda. Zextên li ser kurdan ne tenê qada wêjeyê ye. Herkesê bi kurdî dinivîsin dizanin ew ê bedelekê bidin. Ev tenê ji bo nivîskariyê ne derbasdar e. Ev ji bo hemû xebatên bi kurdî derbasdar e. Şano, rojnamegerî û yên wekî din. Deriyê min şikandin û ketin mala min. 4 rojî tecrîd li ser min meşandin û 9 rojî min girtin. 6 sal û 3 meh jî ceza dan min. Sibehê çi bînin serê min ez wê jî nizanim. Ev cezayên dane min dibe li gor wan ne bes be. Dikarin cezayên hîn giran jî bidin. Çi dibe bila bibe ez paşde gavê navêjim. Ez nivîsandina bi kurdî dewam bikim. Ez heta niha li ser ziman û wêjeya kurdî xebitîm. Li Kurdî-Derê min dersên bi zimanê kurdî dan. Ez ê ji niha şûnde jî li ser vê bixebitim. Ez bêm girtin jî bêm kuştin jî ez paşde gavê navêjim."
 
'Ji ber ez Nivîskareke Kurd bûm ez hatim girtin'
 
Gulgeşê da zanîn ku hinceta girtina wê ji ber Nivîskareke Kurd e û wiha got:"Ev rewş ne li gor hiqûqa cîhanê ye. Loma ji ber hincetên cuda doz li min vekirin. Îfadeyên du kesan derbarê min de dabûn wekî hincet hatin nîşandan. Dema min li dadgehê îfade da jî min got 'ji ber ez Nivîskareke Kurd im ez têm darizandin'. Ji sedî sed ez ji ber belgeyên sixte hatim girtin. Min got min îmze neavêtiye bin îfadeyeke wiha ez jineke wiha jî nas nakim'. Wê kesê di îfadeya xwe de gotiye 'Ez di 2012'an de çûm Îranê û heta 2013'an venegeriyam. Min Gulgeş di Hezîrana 2012'an de li çiyayê Bedlîsê dîtiye.' Li Îranê Çiyayê Bedlîsê tune ye. Min di Hezîrana 2012'an de emeliyata poz derbas kir. Min ev bi belgeyan pêşkeşî dadgehê kir lê belê dîsa jî ceza birîn. Her wiha ev kes ji ber sûcên edlî girtî ye û kesên derbarê wan de îfadeyê dide jin wan re dibêje 'hûn pere bi min din ez ê îfadeya xwe paş de bikşînim'. Me ev jî bi belgeyan pêşkeşî dadgehê kirin lê dîsa nehat qebûlkirin. Ji bo ez bêm girtin behaneyek lazim bû. Nikaribûn bigotina 'ez te ji ber 3 pirtûkên te bi kurdî nivîsandiye digirim'. Çimkî hiqûqa cîhanê tiştekî wiha qebûl nake. Em jî qebûl nakin."
 
'Heger hûn ne nebin yek hûn ê herin yek bi yek'
 
Gulgeşê herî dawî da zanîn ku kurd di pêvajoyeke gelekî dijwar de derbas dibin, divê kurd wêrek bin û wiha got:"Tirs nikare derbasî pêş ev tiştên em dikin bibe. Loma divê em vê yekê bizanibin û li gor vê xwedî li hevdu derkevin. Divê gel li girtiyan girtî li siyasetmedaran siyasetmedar jî li girtiyan xwedî derkevin. Heger ne wiha be wekî Cegerxwîn dibêje 'Kurdno bibin yek. Heger hûn ne nebin yek hun ê herin yek bi yek'. Ez banga yekîtiyê ji bo hemû kurdan dikim."