ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 21 Kanûn 2020
  • Rojev
*Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî da zanîn ku herkesê di qada Kurdî de xebatê dike dewlet wan mecbûr dihêle ku bedeleke mezin bidin û wiha got:"Min heta niha xebat li ser Wêjeya Kurdî kir û ez ê ji niha şûnde jî xebatên xwe bidomînim. Ez bêm girtin jî bêm kuştin jî ez paşde gavê navêjim." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Kongeya Star a Kantona Qamişlo Gulîstan Gulo, derbarê êrîşên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin kir û wiha got: ”Êrîşên dawî yên ku niha ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin, berdewamiya komploya li ser erdnîgariya axa me ne.  Armanca dewleta tirk ji êrîşên ku li ser herêmên me tên kirin, ew e ku bajarên me ji hevdu qut bike.”DÎMEN HEYE
 
*Fatme Şêx Bilo ku niha di Koordînasyona Kongreya Star a Navçeya Ehrezê ya Şehbayê de cih digire, da zanîn ku di Berxwedana Serdemê de wê cihê xwe di cenazexaneya pakrewanan de girtiye û wiha got: “Min bi destê xwe pakrewan oxir dikirin.  Tevî êş û zehmetiyên ku dihatin jiyîn, dîsa jî me hêviya xwe ji berxwedanê qut nedikir.”  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Federasyona MED TUHAD-FED Elîf Haran bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: “Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Pêwîst e ku ew daxwaz bi lez û bez werin cih. Beravajî  vê wê dîmenên xeter derkevin holê."  DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA'yê Fîlîz Buluttekîn, kampanya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" nirxand û got ku pêvajoya kampanyê veguheriye hêzeke mezin, ew ê bi vê hêzê têkoşînê mezin bikin û kampanyayê bidin berdewamkirin. DÎMEN HEYE
 
*Keça Muhlîse Karaguzel a 63 salî ku li girtîgeha Bunyan a Jinan a Kayseriyê dimîne û gelek nexweşiyên wê yên kronîk ên wekî tansiyon, şekir û bîhnê hene Zîlan Karguzel, diyar kir ku dayika wê nikare bîhnê bide û bistîne û divê ji pozê xwe demildest bê ameliyatkirin. DÎMEN HEYE
 
*Dê îro li Kobanê pirtûka bi navê Çîrok bi Roj Nayê Gotin bê îmzekirin. (13.30)
 
*Dê li Eyn Îsayê çalakiya kon dewam bike. (10.00)
 
*Li dijî êrişên dewleta tirk dê li Qamişloyê meş bê lidarxistin. (12.00)