Gardiyanan bi ser qawîşan de girt: 2 jin hatin sirgûnkirin
- 14:19 20 Kanûn 2020
- Rojane
WAN - Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê, gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşan de girtin û di saetên serê sibê de 2 girtî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.
Hat hînbûn ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê, gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşan de girtine. Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê dimînin, li malbatên xwe geriyane û dan zanîn ku gardiyenan berî bi du rojna bi ser qawîşên wan de girtine û dest danîne ser nivîs, name û defterên wan. Hat ragihandin ku piştî serdegirtina qawîşan, îro saet 04.00'ê sibehê, girtiyên bi navê Taybet Belge û Ebrû Şimşek sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.
Her wiha nehat zanîn ku herdu jinên girtî sergûnî kîjan girtîgehê hatine kirin.