Kongreya Star bi armanca piştevaniya bi girtiyên li zindanan re meşiya

  • 14:06 20 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi armanca xwedîderketina li berxwedana girtiyên zindana yên ku ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan di girtîgehan de di greva birçîbûnê de ne, Kongreya Star a Herêma Şehbayê meşeke girseyî li dar xist. 
 
Kongreya Star a Herêma Şehbayê bi armanca xwedîderketina li berxwedana girtiyên zindanan ku li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîehan di greva birçîbûnê de ne, bi dirûşmeya "Bi berxwedana zîndanan em ê faşîzim û îxanetê têk bibin" meşeke girseyî li dar xist. Meş bi tevlibûna bi sedan ji şêniyên Şehbayê, sazî û dezgehên wê pêk hat. Meşê ji navçeya Fafînê ya Şehbayê dest pê kir û li qada navçeyê hat rawestandin. Di meş de wêneyên Rêberê Pkk’ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê Kongreya Star Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Zelox Bekir axivî.   
 
Zeloxê bal kişand ser bexwedana li zindanan û wiha got: "Berxwedana gelê Efrînê yê koçber ku ev 3 sal e ji bo vegera ser xaka xwe li ber xwe didin,em pîroz dikin. Her wiha berxwedana zîndanan ji bo bi dawîkirina tecrîda gurankirî li ser Rêber Apo jî em  pîroz dibînin. Em ê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derdikevin, hat ku em bighêjin armanca xwe û Rêber Apo azad bikin. Bi berxwedan û tekoşînê em ê dagirkeriyê têk bibin. Banga me ji bo tevahî gelê me bilindkirina têkoşînê ye."
 
Meş bi dirûşma"Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.