Çalakiya grevê li Mexmûrê koma 2'emîn dewer girt

  • 12:33 20 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ku li Mexmûrê ji bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin ji aliyê koma 2'emîn ve hat dewergirtin.
 
 Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo biştgiriya greva birçîbûnê ya di girtîgehan de ku di 27’ê mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hat destpêkirin di 18’e mehê de bi pêşengiya Meclîsa Îştar çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. çakiya ku berdewam dike ji aliyê koma 2'emîn ve hat dewergirtin. Li ser navê koma 1'emîn Fadîle Pîranî axifî û got; “Ji bo serkeftinê çi ji destê me tê pêwîste em pêk bînin. Ev çalakiya me jî li ser esasê serkeftina vê pêngavê hatiye destpêkirin . Em serkeftinê ji hevalên xwe yên koma duyemîn re dixwazin.”
 
Koma duyemîn bi dirûşmên, “Bijî Seroka Apo", "Jin Jiyan Azadî" çalakî devir girtin.