Ji bo 6 parlamenteran 9 fezlekeyên nûh şandin meclisê
- 12:05 20 Kanûn 2020
- Rojane
ENQERE - Bi daxwaza ku destnedayîna 6 parlmenteran bê rakirin 9 fezleyên din şandin meclisê.
Dozgeriyê bi daxwaza rakirina destnedayîna parlamenteran 9 fezlekeyên nûh pêşkêşî Meclîsê kirin. Ji van 9 fezlekeyan, 3 jê derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û derbarê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, Nûran Îmîr, Necdet Îpkeyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Meral Daniş Beşta de jî, her yek fezlekeyek hat amadekirin.
Yek ji van fezlekeyan jî derbarê parlamenterekî partiya ÎYÎ de ye.