Ciwanên herêma Firatê: Em ê bi hev re axa xwe biparêzin

  • 11:23 20 Kanûn 2020
  • Rojane
EYN ÎSA - Li dijî êrîşên dewleta tirk  li ser navçeya Eyn Îsayê Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Kobanê li navçeya Eyn Îsa bi daxuyaniyekê konê çalakiyê vedane.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger yên kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk û bêdengiya aliyên navneteweyî konê çalakiyan li pêşiya barageha Rusan vedan. Di kon de wêneyên Şehîdan, alên Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên ciwan hatin daliqandin. Duh Ciwanên Kobanê nobeta kon girtin. Îro jî Ciwanên bajarê Minbicê nobeta kon digirin tê payîn ku wê sibe jî ciwanên bajarê Reqqa û Tepqa nobetê bigrin û kon di roja xwe ya sêyemîn de dê bi dawî bibe. 
 
'Em ê nehêlin ku axa me bê dagirkirin`
 
Berdevka Kongreya Star a Kampa Til Semin Maya Elî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha got: "Em weke Rêxistina Kongerya Star a navçeya Eyn Îsa bang li dewletên navneteweyî dikin ku sînorekî ji dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê re deynin. Îro Ciwanên herêma Firatê li vê derê helwestên xwe nîşan dan, bi hemû cureyan em ê destekê bidin ciwanan ku em pêşiya kiryarên dewleta tirk bigrin û nehêlin ku dagirker axa me dagir bikin. Armanca dewleta tirk û çeteyên wê ewe ku şêniyên herêmê koçber bike û aramiya herêmê tune bike. Li dijî kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê em bêdeng namînin û em ê her li ber xwe bidin."
 
'Dewleta tirk wê nikaribe vîna gelê me bişkîne'
 
Endamê Ciwanên Şoreşger a Bajarê Minbicê Hecî Mehmud jî da zanîn ku ew ê şêniyên Eyn Îsa bi tenê nehêlin û wiha got: "Em wek ciwanên Minbic bi yek ruhî û dilî bi ciwanên Eyn Îsa re ne, em ê heTa dawiyê li ber xwe bidin û li kêlek şervanên xwe bin. Heta  xwîn di laşê me de hebe jî em ê parastina axa bikin. Em wek ciwanên Minbic dibêjin em xwedan mafin û ev ax ne ya dewleta tirk û çeteyên wê ye, ez vê nameyê ji Erdogan re dişînim û dibêjim wê pilanên te careke din xwe dubare nekin ji ber vîna gelê herêmê ji ya te û hevkarên te xurtir e. Em sersaxiyê ji hemû birîndaran re dixwazin û wê serkeftin para me be."
 
'Bêdengiya Rusyayê hevkariya bi dewleta tirk re ye'
 
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Ebid jî diyar kir ku ew ê her li ser piyan bin û nahêlin dewleta tirk axa wan dagir bike û wiha pê de çû: "Em konê çalakiyan yê ciwanan silav dikin. Erka me ya sereke ew e ku em li hember dagirkeriyê axa xwe biparêzin. Ev bêdengiya hêzên Rusya li hemberî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê cihê şermê û em şermezar dikin. Bêdengiya Rusya dide diyarkirin ku ew hevkarê dewleta tirk û çeteyên wê ye."