Greva birçîbûnê di roja 24'an de ye

  • 09:07 20 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêrinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, bi koma 5'emîn di roja 24'an de berdewam dike. 
 
Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalakiya ku bi koma 5'emîn berdewam dike ket roja 24'an
 
 Ji girtiyên ku di koma 5'emîn a çalakiyê de cih girtin, dayika Asli Calihan Zeynep Calihan got, "Em naxwazin zarokên me bimirin û ji girtîgehan mirî bên derxistin. Em banga hestiyariyê dikin û dibêjin dengê zarokên me bibihîzin."