'Divê em guh bidin daxwazên girtiyan'

  • 09:06 20 Kanûn 2020
  • Rojane
ÎZMÎR -  Ji Ekîba Hatiye Dîtin Gamze Yentur, bal kişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku divê guh bidin daxwazên girtiyan û got: "Divê em berpirsiyartiya girtiyan parvebikin û nehêlin ser milê wan."
 
Ji destpêka belavbûna vîrûsa koronayê (covîd-19) heta îro ji bo girtîgehan gavek nehatiye avêtin. Ligel pirsgirêkên berê, binpêkirina mafên girtiyan û niha jî xetereya vîrûsê heye. Di 27'ê Mijdarê de ji hêla girtiyan ve greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Di her pêvajoya xitîmî de girtî berpirsiyariyê digirin ser xwe û gavek davêjin. Derbarê bandora Girtîgehên Tîpa F, îhlalkirina mafên girtiyan û destpêkirina greva birçîbûnê de ji Ekîba Hatiye Dîtin Gamze Yentur ji ajansa me re axivî. 
 
Gamze, diyar kir ku divê binpêkirina mafên girtiyan ji holê bê rakirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heta ku pirsgirêk neyên çareserkirin û dê her tim kaos bidomin. Bi taybetî jin li girtîgena bi pirsgirêkan re rûbirû dîminin. Bi taybetî di lêgerînê de bêtir bi rûmeta wan tê şikandin. Hewcedariyên girtiyên jin tu carî li ber çav nayên girtin. Bi taybetî zarokên ku neçar li cem dayikên xwe dimînin jî dibin pirsgirêkên mezin. Niha li girtîgehan 840 zarok bi dayikên xwe de girtî ne."
 
'Tîpa F tê wateya tecrîdê'
 
Gamze, destnîşan kir ku di 19'ê kanûna 2000'an de li hemberî girtîgehan operasyonek pêk hat û di encamê de bi dehan girtî hatin kuştin û gelek girtî jî nivîşkan man û wiha got: "Bi navê 'Vegera jiyanê' li hemberî girtîgehan operasyonek hatibû destpêkirin. Girtî li dijî Girtîgehên Tîpa F yê derketin. Ji bo girtiyan ev dihat wateya tecrîdê. Di vê demê de daxwaz li ber çavan nehatin girtin û hicreyên tîpa F hatin çêkirin û lewma jî tecrîd hat domandin. Tîpa F taybetmendiyê wê hebûn û ji bo cewisandina girtiyan e."
 
'Mafên girtiyan tê binpêkirin'
 
Gamze, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û wiha bi lêv kir: "Bi pandemiyê re bêtir li girtîgehan rewş xeter bû. Malbat niha nikarin biçin serdana xizmên xwe. Her wiha niha gelek mafên girtiyan tê binpêkirin. Dest danîn gelek amûrên girtiyan. Hemû destkeftiyên girtiyan carek din hatin xespkirin. Girtî nikarin bên cem hev, nikarin têkilê bi derve re daynîn. Ji civakê tên dûrxistin. Li girtîgehan ne tenê îşkenceya fîzîkî îşkenceya derûnî jî li pêş e. Di salên 2000'î de li şûna îşkenceya fîzîkî îşkenceya derûnî pêş xistin. Bi taybetî jî li hemberî girtiyên ku cezayê muabbetê girtine ev rêbaza îşkenceyê tê bikaranîn." 
 
'Li gorî kêyfa xwe tevdigerin'
 
Gamze, bal kişand ser hilberînên girtiyan û wiha axaftina xwe dom kir: "Pirtûkên ku dozger destûr daye jî nayên dayîn. Girtîgeh ne li gorî rêgezên giştî li gorî kêyfa xwe biryaran digirin û pêk tînin. Gelek girtî dixwazin berhemên xwe bikin pirtûk lê astengî tên derxistin. Em gelek nivîsên girtiyan bi rêya malbatan digirin û diwêşînin. Em bi vî rengî têkiliyê datînin. Em dixwazin hilbêrînên wan derkevin derve. Ev tişt ji bo girtiyan dibe moralek."
 
Ji bo çareseriyê hewldana girtiyan
 
Gamze, di axaftina xwe de wiha behsa grevên birçîbûnê kir: "Ji hêla Tevgera Neteweyî ya Kurd ve xetek hatiye avakirin, ev xet ji bo daxwazên girtiyan û ji bo daxwazên gel tê pratîzekirin. Par ji hêla Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven grev hatibû destpêkirin vê demê daxwaz hatin qebûlkirin. Niha carek din pêvajoyeke neçareseriyê heye û girtî carek din destbi grevê kirin. Ji ber ku pirsgirêk nayên çareserkirin her tim kaosek tê jiyin. Li hemberî kaosê jî tenê girtî dikevin nava hewldanan. Kesên ku li derve vê berpirsiyatiyê nagirin ser xwe. Heke xwe berpirs bibînin dê girtîgeh ew qas zehmetiyê nabînin." 
 
'Divê em guh bidin daxwazên girtiyan'
 
Gamze, bal kişand ser xetereyên grevê ya li ser tenduristiya girtiyan û got: "Girtîgehên Tîpa F bi xwe li ser girtiyan bi bandor e, hem di hêla derûnî û hem jî di hêla fîzîkî de. Ji ber vê jî berpirsiyariya civakê gelek zêde ye. Li şûna nîqaşên çima grev destpêkirin, divê mirov guh bide daxwazên girtiyan. Heke wisa bê kirin dê gavek bê avêtin."
 
Gamze wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha rojnameger, hiqûqnas û gelek komên pîşeyê di bin zext û zordariyê de ne. Li hemberî muxalefetê jî zextek pêk tê. Lê li dijî zext û zordariyan divê têkoşînek bê dayîn. Çi destê me bê divê em bikin."