Şahîdên bûyerên Nisêbînê: Rewşa niha ji rewşa borî xirabtir e

  • 09:04 20 Kanûn 2020
  • Rojane
Medya Uren 
 
MÊRDÎN -  Li Nisêbînê bi qasî 25 mehan qedexeyên derketina kolanan hat îlankirin û 5 sal li ser bûyeran re derbas bû. Jinên ku şahidiya wan rojan kirin diyar kirin ku tu carî wan rojan ji bîr nakin û gotin: "Lê tiştên ku niha li hemberî kurdan pêk tên bêtir mirovan diêşine em xwaziya xwe wan rojên borî tînin. Ji ber ku rewşa niha ji rewşa borî xirabtir e."
 
Di 14’ê adara 2016’an de li ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeyên derketinê hat îlankirin. Piştî 25 meh şûnde di 20'ê nîsana 2018'an de qedexeya derketina derve hat rakirin. Bi tevahî 7 caran li vir qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di vê pêvajoyê de 25 kes jiyana xwe ji dest da. Piştî pevçûn bi dawî bûn taxên Dîcle, Fîrat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Zeynel Abîdin û Kişla hatin hilweşandin û bi hezarn şênî ji neçariyê koçber bûn. Ji bo şêniyên Nisêbînê ev roj hêj zindî ye.  Ayşe Şeman û Ayten Ak ên ku zarokên wan li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane û xaniyên wan hatine hilweşandin behsa wan rojan ji ajansa me re kirin. 
 
'Me xaniyên xwe terk nekir' 
 
Ayşe Şeman a 70 salî yek ji şahidên berxwedana Nisêbînê kiriye, ligel êrişan wê bi zarokên xwe re erdê xwe terk nekir. Lê herî dawî xaniyê wan di encama êrîşan de hilweşiya. Ayşe têkildarê pêvajoya berxwedana Nisêbînê wiha dibêje: “Em rojek rabûn me dît ku Nisêbîn tê bomberankirin. Qedexeya derketina derve hat îlankirin. Dengê çekan li navçeyê bilind dibû û bombe li ber piyê me ketin. Leşker hewil dan ku bikevin hindirê xaniyên me. Carek hatin li ber deriyê me û min got zarokan temenê min mezine ez ê bi wan re biaxivim, lê ji ber ku min bi tirkî nedizanîn zarokên min ji ketin navbere. Gotinên wan ji min re verger dikirin. Ji me re digotin ji xwaniyê derkeve. Lê bersiva me eşkera bu, tucarî me terka mala xwe nedikir. Me got war û avahiyek yê me heye ew ji vir e em tucar terk nakin.”
 
‘Min dîn îlan kirin’
 
Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana ku hatî dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vir li hemberî qedexeya derketina derve û îşkenceya birçîbûnê piştevaniyek hebû û me alîkarî dida hev. Bi taybetî min gelek alîkarî da cîranên xwe, li hemberî alîkariya min polîsan min wekî dîn îlan kiribû. Em di her aliyê de bi zor û zehmetiyan re rûbirû man. Her cûreyên gule li ser me dibarî. Em li malên xwe birçîbûn û perîşan bûn. Du caran ava me qut kirin û her tim ceyrana me dibirîn. Ev yek bi taybet jî ji malbatên ku zarokên hebûn re gelek dijwar bû. Ev êdî min ji aciz dikir û min dixwast ji cîranan re bibim alîkar. Hinek bizin û mirîşkên me hebûn wê demê, min mast, şîr û hêk dida cîranên xwe. Her cara ku polîsan min didît digot ji derve çi dikî qedexe heye. Min digot zarokên wan hene min arîkarî kir. Ji ber ku ez alîkariyê bi wan re dikim û derdikevim navê min kiribûn ‘dîn’"
 
‘Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin' 
 
Xaniyê Ayşê herî dawî bi bombebaranê hat xirakirin. Ayşe wiha rewş anî ziman: "Ew qas ciwan jiyana xwe ji dest dan, ji ber vê jî em naxwazin behsa xaniyên ku hatin xirakirin bikin. Di qedexeyan de cihê ku em herin tune bû û tiştek me tunebû. Lê em tu carî wan şehîdên xwe ji bîr nakin. Demek dirêj li ser berxwedanê derbas bû. Niha jî li hemberî kurdan polîtîkayeke bişaftinê tê meşandin. Dîtina van yekan dilê me dilerizîne.”
 
‘Her deqeyên wî demî li çavê min e’
 
Ayten Ak jî yek şahidiya berxwedana Nisêbînê kiriye. Ayten êş û berxwedana li Nisêbînê ji nêz ve nas dike. Kurê Aytenê Evdila Ak (20) li Nisêbînê bi awayekî howane hat qetilkirin. Ayten wiha behsa wan rojan kir: "Kurê min di berxwedana Rojava û Şengalê de jî cih girtibû. Piştî ku li Nisêbînê gavên yekem yên berxwedanê hatin avêtin Evdila hat li vir. Di nava berxwedanê de cih girt. Berxwêder ji bo gelê xwe bedelên giran dan û bi wêrekî têkoşînek mezin dan. Di bin zilm û zordestiyê de têkoşiyan. Ew roj û ew çelengiya wan bi gotinan nayê şîrovekirin. Her deqeyên wî demî li çavê min e. Ez tucarî ji ji bîr nakim.”
 
‘Min destên wî himbêz kir’
 
Ayten dema qala wan rojan dike di axaftinê de zehmetiyan dikêşinê, lê hewil dide ku cîhan pê bihese. Ayten wiha berdewam kir: “Ligel berxwedanê sîxur jî gelek zêde bûn û polîs û leşkeran har bibû bi her awayî êrîş dikirin. Kurê min ji hêla leşkeran ve bi bombeyan hat înfazkirin. Dema min bihîst, ez li derê li kurê xwe geriyam. Lê nîşa min nedan. Ez û bavê wî bi hev re çûn cihê ku gotin hevalek lê şehît ketiye. Ji nîşka ve me laşek perçiqî li erdê dît. Her parçeyek ji laşê wê bi cihekî ve belav bibû. Dema min dît kizîniyek ket dilê min. Serê wî li wan cihan tune bû. Min ji nîşka ve destên kurê xwe dît û goreya ku li lingê wî bû min nas kir. Tiliyên wî yên ku jêbûne di hindirê goreyê de bûn. Min wan xiste bin çengê xwe û min destê wî himbêz kir. Min bi zorê rakirin li ser wî axî. Weke ku rihê min li wir ji min standin.”
 
‘Cenazeyê kurê min xistik qutiyek biçûk'
 
Ayten, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser wahşeta ku li cenazê hatî kirin: "Piştî kurên min qetil kirin parçeyên laşê wî radikirin û heneka pê dikirin. Bê wijdanî li vir ji neqedediya mixabin. Piştî ku me cenazeyê kurê xwe teşhîs ji kir bi mehan nedan me. Me xwîn da û piştî demekî dirêj laşê kurê min kirin di qutiyek biçûk de û şandin. Destûra ku em cenaze veşêrin ji nedan. Gotin ‘Kurê te ermenî ye’ ji ber wê yekê ji ez nikarim di nava goristanên misilmanan de veşêrim. Destûra pêkanîna merasîmê jî nedan. Ez û bavê wê me di bin dorpêça polîsan de kurê xwe binaxkir.”
 
'Em îro sed xweziyan tînin ji bo rojên borî'
 
Aytenê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me pêvajoyekî ne ji rêzê derbaz kir. Rojên watedar bûn. Me windahiyên gelek mezin dan. Lê tiştên ku me bidest xistin ji hebûn. Gelê me divê bikeve vê ferqê. Em îro dinêrin em sed xweziyan tînin ji bo rojên borî. Kesên ku bi her awayî dijminahiya nasnameya me dikin îro di nava me de digerin û bi awayekî konekî her tiştê dikin. Êdî planên bişaftina kurdan dikin. Ev dîmen ji dîmenên ku di berê de ez bûme şahid girantirin. Li ser xwîna wan kesan divê em xwe bibînin û li gorî wê tev bigerin.”