Malbatên girtiyan: Em girtiyên xwe bi tenê nahêlin

  • 09:02 20 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Niha koma 5'emîn di greva birçîbûnê de ne û grev 24 roj in didome. Dayika Rojbîn Yakût a girtî Şazîme Yakût bal kişand ser rewşa girtiyan û banga piştevaniyê kir û got: "Divê erkdar guh bidin daxwazên girtiyan ji ber ku daxwazên wan daxwazeke rewa ye. Em girtiyên xwe bi tenê nahêlin." 
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê ji hela girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve li dijî binpêkirina mafên girtiyan û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û û dorveger di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin. Her 5 rojan carek komek çalakiyê dewr digire. Niha koma 5'emîn di grevê de ne. Girtî bi rêya telefonê xwe dighînin malbatên xwe û peyamên xwe ji raya giştî re radigihînin. Yek ji wan girtiyên ku ketiye greve Rojbîn Yakût a li Girtîgeha Hejmar 3’yan a Tîpa T a Bunyanê dimîne ye. 
 
Rojbîn di sala 2015’an de li Serêkaniyê hat girtin. Nêzî salek li girtigeha Rihayê ma. Ji wir jî sirgûnê girtigeha Tarsûsê kirin. Lê bele piştî sal û nîv dîsa ji vir jî sirgûnê girtigeha Kayseriyê kirin. Binpêkirina mafên girtîgehan a li Girtîgeha Kayseriyê jî berdewam dike. Rojbîn di nava 5 salan de 3 caran tevlî çalakiya grevên birçîbûnê bûye. Niha jî bi destpêkirina çalakiya 27’ê Mijdarê re, di koma yekem de cih girt. Dayika Rojbîn, Şazîme Yakût derbarê rewşa keça û û çalakiya ku hatî destpêkirin de banga hestiyariyê kir. 
 
‘Di wan şert û mercan de wê çawa baş bibin’
 
Şazîme di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercên girtîgehê û got: “Li girtîgehan gelek maf tên binpêkirin. Xwarinên wan gelek xirab e. Cihê ku divê 6 kes bimînin 10 kes lê dimînin, yên ku kapasîteya qawîşên 10 kesî jî 20 kes dimînin. Ji aliyê paqijiyê de zêde pirsgirêk hene. Di vê pandemiyê de maske û amûrên  dezenfekteyê kêm didin girtiyan. Di van şert û mercan de wê çawa girtî xwe ji nexweşiyê biparêzin. Her wiha zext li ser wan heye. Dema ku nexweş ketin jî baş li wan nanêrîn. Yên nexweş dixin hûcreyan. Tevî van yekan cezaya disîplînê jî didin wan. Rojbîn li Tarsûsê 3 caran cezaya dîsîplînê girt û bi vî awayî înfaza wê hat şewitandin. Cezaya wê dirêj kirin.”
 
‘Em girtiyan tenê nehêlin’
 
Şazîme diyar kir ku li girtîgehan tecrîdek mezin heye û ev tişt anî ziman: “Grevên birçîbûnê ku vê gavê hatiye dest pê kirin Ji xwe ew grev dê berdewam bike da ku daxwazên girtiyan pêk bê. Heta ew tecrîd neyê çareserkirin dê hemû girtî dev ji grevê bernadin. Dive em jî piştgiriya zarokên xwe bidin. Em ê li derve ber xwe bidin. Divê hemû malbat jî alîkariyê bikin. Tecrîd li ser hemû girtigehan heye. 2 sal bere jî girtî ketibûn greve, ew çaxê me çawa li ber xwe dabû dê em dîsa ligel zarokên xwe bin û piştgirî bidin wan. Daxwaza wan daxwazek rewa ye. Lê belê em ê girtigehan tenê nehêlin. Ji bo ku em alikar bibin çi ji destê me hat em ê bikin.”