ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 20 Kanûn 2020
  • Rojev
*Niha koma 5'emîn di greva birçîbûnê de ne û grev 24 roj in didome. Dayika Rojbîn Yakût a girtî Şazîme Yakût bal kişand ser rewşa girtiyan û banga piştevaniyê kir û got: "Divê erkdar guh bidin daxwazên girtiyan ji ber ku daxwazên wan daxwazeke rewa ye. Em girtiyên xwe bi tenê nahêlin." BI DÎMEN 
 
*Endama Komîteya Jineolojîyê ya Herêma Efrînê Zaxocan Hisên, li ser pêwîstiya xweparastina jinê ya ji sîstem û zîhniyetên desthilatdar nêrîna xwe anî ziman. Zaxocanê wiha got: “Ji dîrokê heta roja me ya îro her êriş li jinê hatiye kirin û jin hatiye bindestkirin. Jin bi rêya perwerdekirinê dikare xwe ji hemû êrîşan biparêze.”BI DÎMEN 
 
*ATV li gorî daxuyaniya serokê MHP'ê  ket nava hewldanan, nûçeya xwe li gorî daxwaza wî pêşkeş kir û alîgiriya xwe careke din aşkere kir. MEDYA KRÎTÎK
 
*Li Nisêbînê bi qasî 25 mehan qedexeyên derketina kolanan hat îlankirin û 5 sal li ser bûyeran re derbas bû. Jinên ku şahidiya wan rojan kirin diyar kirin ku tu carî wan rojan ji bîr nakin û gotin: "Lê tiştên ku niha li hemberî kurdan pêk tên bêtir mirovan diêşine em xwaziya xwe wan rojên borî tînin. Ji ber ku rewşa niha ji rewşa borî xirabtir e." BI DÎMEN  
 
*Ji Ekîba Hatiye Dîtin Gamze Yentur, bal kişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku divê guh bidin daxwazên girtiyan û got: "Divê em berpirsiyartiya girtiyan parvebikin û nehêlin ser milê wan." BI DÎMEN