Hejmara kesên di teqîna li nexweşxaneyê de mirin gîhaşt 10'an

  • 08:52 20 Kanûn 2020
  • Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyeke taybet de mirin gîhaşt 10'an  
 
Îro danê sibehê li beşa awarte ya Nexweşxaneya Sanî Konûkoglû ya Taybet a Dîlokê teqînek çêbûbû. Di teqîna çêbû de hat diyarkirin ku 10 kes mirine.
 
Navê hin kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Mehmet Reşît Saydanoglû (75), Fethiye Kirca (78), Naciye Ûlûkutuk (56), Abdî Hamzaoglû (68), Elîf Akgul (85), Okkaş Akbûlût (69), Kahraman Taş (71) û Alî Saffet Kanpolat (64).