Li gundê Guhbelê Cejna Êzî hat pîrozkirin

  • 15:14 19 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Li gundê Guhbel a Şengalê bi minasebeta Cejna Êzî şahiyek hat lidarxistin. Hemû gundên Şengalê tevlî şahiyê bûn û bi girseyek mezin pîrozbahî hat lidarxistin. 
 
Guhbel ya girêdayî Şengalê li ber avahiya Meclîsa Gel a Guhbelê bi minasebeta Cejna Êzî şahiyek li dar xistin. Bi girseyek mezin cejn hat pîroz kirin. Cejna ku her sal tê pîroz kirin îsal bi tevlîbûna hemû gundên Şengalê pêk hat. 
 
Ciwana bi navê Xezal Xêro tevlî pîrozbahiyên cejnê bibû diyar kir ku kombûna me tiştek girîng e û got: "Îro cejna me ye. Em wekê civaka êzidî pir şadibin. Kombûna êzidiyan li vir girîng e. Ji ber ku civaka me bi fermanê re gelek tişt jiya û niha hewl dide ku birînên xwe bipêçin. Ez di vê hêviyê de me ku rojên xweş dê li pêş me be."