Şêniyên Mexmûrê: Em ê xwedî li keda 40 salan derkevin

  • 15:13 19 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên ku tevlî grevê bûn diyar kirin ku ne tenê li girtîgeh û Îmraliyê li hemberî Gelê Kurd tecrîdek heye û gotin: "Dewlet bi hevkariya dewletên cîhanê êrişê nirxên kurdan dikin. Lê em ê bi çalakiyên xwe xwedî li keda 40 salan derkevin."
 
Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ya li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatî destpêkirin, bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê bi dirûşma "Dem dema azadiyê" di 18’ê kanunê de hat destpêkirin. Greva dorveger û bêdem bi koma yekem di roja 2'yan de didome. Jinên ku tevlî grevê bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
'Xwedî li keda 40 salan derkevin'
 
Sevê Yuksek Kara, di destpêka axaftina xwe de tecrîda heyî şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dewleta tirk bi hevkariya tevahî dewletên cîhanê êrişê nirxê Gelê Kurd dike, ji bo ku kurd tunê bikin hemû rebazan diceribînin. Bi tecrîdê jî mafê girtiyên siyasî tê binpêkirin. Lê bila tu kes ji bir neke ku Gelê Kurd herdem li hemberî hemû tişte li ber xwe daye. Ez bang li tevahî Gelê Kurd dikim ku bila xwedî li keda 40 sal in ku hatî dayîn derkevin. Tevlî çalakiyan bibin."
 
'Li hemberî Gelê Kurd tecrîd heye' 
 
Qiymet Talî jî bal kişand ser tecrîdê û got: “Tevahî cîhan bizani be ku ew tecrîda ku li ser Rêber Apo li hemberî tevahiya Gelê Kurd pêk tê. Tevahî gel û taybet jin bibin yek û li hemberê we tecrîde li ber xwe bidin û tecrîde bişkênin. Çalakiya me heta encamek bigire dê bidome." 
 
'Em ê bi çalakiyên xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin'
 
Momê Çelê diyar kir ku divê her kesek xwedî li Abdullah Ocalan derkeve û wiha bi lêv kir: "Em wekî gelê wargehê taybet jî jinên endamên Meclîsa Îştarê piştgirî didin çalakiyên greva birçibûne û heta encam bigre em ê berdewam bikin. Em di vê baweriyê de ne ku ew çalakî dîwarên Îmraliyê hilweşine.”