Rojnameger Zeynep Dûrgût bi parêzerê xwe re hevdîtin kir

  • 14:56 19 Kanûn 2020
  • Rojane
WAN - Rojnameger Zeynep Dûrgût a li Cizîra Şirnexê hat binçavkirin û ew anîn Wanê bi parêzerê xwe re hevdîtin kir. Zeynepa ku hevdîtin bi parêzerê xwe re kir ragihand ku rewşa wê baş e.
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût piştî şopandina nûçeyan dema ji Cizîrê vegeriya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew anîn Wanê. Zeynepa ku li Şaxa TEMa Wanê hevdîtin bi parêzerê xwe re kir ragihand ku rewşa wê baş e. 
 
Zeynepê diyar kir di dema binçavkirinê de polîsan destên wê ji paşve kelepçe kirine û wê qerta çapemeniyê ya MA'yê nîşanî polîsan daye û polîsan gotiye "Ev ji bo me ajansa îllegal e". 
 
Tê payin ku di rojên pêş de îfadeya Zeynepê bê girtin.