Xebatkara Navenda Çanda Baharê Zilan Kaya hat binçavkirin

  • 12:32 19 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Xebatkara Navenda Çanda Baharê Zilan Kaya bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê birîndarkirin" hat binçavkirin.
 
Polîsan bi ser mala Zilan Kaya ya li Êlihê li Navenda Çanda Baharê dixebitî, girtin û ew kirin bin çavan. Avêtina kevir a koma di 17'ê Kanûnê de hat ber Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê wekî hincet hat nîşandan û bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê birîndarkirin" hat binçavkirin. Zilanê birin Şirnexê.