Zarok çima û di nav kîjan şert û mercan de dixebitin?

  • 09:16 19 Kanûn 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Me ji zarokan pirsî, hûn çima dixebitin û di nav kîjan şert û mercan de? Ji wan zarokan E.K. got “Ger ez bixwazim bixwînim divê ez gelek bixebitim.” Zarokek kedkar a penebar jî wiha rewşa xwe anî ziman: “Ez heta derengê şevê av û destmalan difiroşim. Gelek caran lêdanê dixwim, gotinên xirab ji min re tên kirin û bi nijadperestî nêzî min dibin. Lê neçarim bixebitim.”
 
Zarok ji sedî 22’yê şêniyên Tirkiyeyê pêk tînin. Ango ji van zarokan jî di ser 2 milyonî re karkeriyê dikin. Ji ber pergala pewerde û polîtîkayên lawaz hejmara zarokên karker her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên  Saziya Îstatistîkên Tirkiye (TUÎK) di sala 2018’an de hejimara kedkarên zarok ji sedî 21 bû, di nava salekê de 7 hezar zarokên din ên karker li vê hejmarê zêde bûn. Herwiha bi qasî 600 hezar kedkarên zarok bêyî ku qeyda wan hebe dixebitin.
 
'Di nava 2 salan de 134 zarokên kedkar mirin'
 
Xizantî, bêkarî û bişaftina heyî berhema îqtidarê ye. Di van xalan de cûdahiya temen nîne bê guman. Lê herî zêde zarok dibin qurbanê vê rewşê. Li gorî zêdebûna kedkarên zarok, mirina wan a li se kar jî zêde dibe. Mînak: “Li tirkiyê 1.74 milyon zarokên penaber hene. Ev zarok herî zêde jî di 2014'an de ji ber êrîşên DAÎŞ'ê yên li Rojhilata Navîn koçber bûne. Lewra hejimareke girîng a kedkarên zarok jî ji van zarokên koçber pêk tê. Ger em ji wê rojê bigirin dest mixabin revandina zarokan, bi zorê dayîna xebitandin, di bin şert û mercên xirab de kar kirin, binpêkirina mafên wan û weke din rastî bi hezaran bêmafiyan hatine. Li gorî vê jî di navbera salên 2014 û 2020’î de 367 zarokan jiyana xwe ji dest dan.” Ango ger em li gor herdu salên buhirî binirxînin di du salan de 134 zarok hatine qetilkirin.
 
Zarokên bi şev dixebitin
 
Ji bo em rewşa zarokan binirxînin li Amedê em bi zarokan re axivîn û li aliyekî jî me ew şopandin. Gelek ji van zarokan ji heta derengê şevê di bin şert û mercên zor de dixebitîn. Zarok li hember qeyranan û mirovên xerab şerekî didin. Jiyana wan ji rêzê nîne. Li ber çavên me pevçûn û lêdan xwarin. Werin em bi hev re li zarokên ku heta derengê şeve dixebitin guhdar bikin.
 
Ehmed.K (10): “Em bi eslê xwe ji Mêrdînê ne. Malbata min ji zû de koçî Amedê kirine. Em 4 xweşk û bira ne. Yê herî mezin jî ez im. Rewşa me ya aborî jî ne baş e. Ez û birayê min neçarin ku bixebitin. Gelek caran şekirê pembûyê û simîtan difiroşim. Qezenca min li gorî rojê diguhere. Ez bikarim çiqas bifiroşim. Carna 15 TL, carna ji 20 TL. Ji bo ku ez zaf qezenç bikim jî pêwîste heta derengê şevê bixebitim. Mixabin gelek caran ji ber vê gelek caran tundiyê dibînim. Mesela kesên ku ez dixwazim tiştekî bifroşimê gelek caran xirab nêz dibin. Bi hênceta ku min wan aciz kiriye gelek caran jî li min xistine. Lê rexmê hertiştê neçar im bixebitim. Bi vî rengî hem ez bi malbata xwe re dibim alîkar û hem ji ez pê debara xwe ya dibistanê dikim. Di dibistanê de gelek serkeftî nînim lê dixwazim bixwînim.”
 
‘Ez êdî naxwzim bi kesekî re biaxivim’
 
Gelek zarokên ku me xwest em pêre biaxivin yekem car bertekek hişk nîşanî me dan. Ji ber ku gelek caran xirabî li wan tê kirin neçar dimînin ku hestên xwe yên xweparastinê pêş bixin. Zaroka penaber û kedkar a ku nexwet navê xwe bibêje, di trafîkê de av û destmalan difiroşe. Ew jî yek ji wan zarokan bû ku di serî de bertek nîşa me da. Zaroka ku em bi wê re axivîn wiha got: “Ez naxwazim bi kesekî re biaxivim. Ji ber ku ez penamber im mirov bi çavevekî vederkirî li min dinerin; weke ku ez mirovek cûda me. Lê raste em gelek xizanin û ji ber vê sedemê jî ez, xweşk û birayên xwe heta demjimêrên dereng li kolanan dixebitin. Gelek caran li me dixin û gefan li me dikin. Rexmê van yekan em neçar in bixebitin, yan jî em ê ji birçîna bimirin. Şansekî me yên din tune ye.”
 
'Em nikarin biçin dibistanê em mecbûr in bixebitin'
 
Abdulah (14) û Hamza (12) du bira ne ku bi hev re di trafîkê de avê difiroşin û camên wesayitan paqij dikin. Abdullah ji me re wiha qala xwe dike: “Di pêvajoya şer de em ji Suryeyê ber bi Tirkiyeyê ve hatin. Malbata min gelek kes hîn li wir in. Em her du jî dibistanê naxwînin. Em naxwazin herin dibistanê.  Ji ber ku pêwîstiya me bi xebatê heye. Xebata ji bo me zahmet e, lê em neçar in bixebitin. Ji bo malbata me çawa pêwîst dike em wisa dikin. Ji bo ku em alkarîyê didin wan em pir kêfxweş in. Lê ji ber ku em penaper in derdor zextan li me dike. Mînak duh zarokên ku ji me mezintirbûn dora me girtin û li me xistin. Ji me re dibêjin Sûriyeyî. Weke ku em kesên xirab in cûdahiyê dikin. Em ji vê yekê aciz dibin. Li dijî wê em ji başiyê naxwazin û tenê dixwazin bixebitin qezenç bikin. Ji bo vê ji çi ji destê me tê em dikin.”
 
‘Em bêyî kedê bidin ji tu kesî pere naxwazin' 
 
Birayê din Hamza jî wiha li ser zêde dike: “Gelek kes me şaş fam dikin, em naxwazin bêyî ku avê bifiroşin ji wan pere bigirin. Em pereyek zêde jî naxwzin. Ji ber ku ev dibe sedema nêzîkatiyên xirab. Em bêyî kedê bidin ji tu kesî pere naxwazin”
 
Gelek zarokên ku bi me re axivîn penaber bûn û dibistan nedixwendibûn. Hejimareke kê ya zarokan weke Ehmed hem dikarin  bixwînin û hem jî dixebitîn. Herçiqas ne anîbin ser ziman jî sedema ewqas xwe parastinê ji ber lêxistina li wan tê kirine, ango destdirêjî yan jî revandinê ye. Di demên dawî de destdirêjiya li zarokan zêde dibe. Li dijî vê pêwîste gavek mezin bihê avêtin an dê pêşerojek tarî li benda me be...