Li navçeyên Mêrdînê qedexe hat îlankirin

  • 12:40 23 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li gorî daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê, li gundên Doluca û Gelête yên navçeya Midyatê û li gund û gundikên Rovêre û Gizrî yên navçeya Kerboranê derketina derve hatiye qedexekirin.
 
Her wiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, ji şevê din ve li herêmê liv û tevgera leşkerî heye. Nehate zanîn ka li herêma ku tevgera leşkerî lê dewam dike şer qewimî ye yan na.