Li navçeyên Mêrdînê qedexe hat îlankirin 2020-11-23 12:40:08   MÊRDÎN - Li gorî daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê, li gundên Doluca û Gelête yên navçeya Midyatê û li gund û gundikên Rovêre û Gizrî yên navçeya Kerboranê derketina derve hatiye qedexekirin.   Her wiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, ji şevê din ve li herêmê liv û tevgera leşkerî heye. Nehate zanîn ka li herêma ku tevgera leşkerî lê dewam dike şer qewimî ye yan na.