Banga tevlibûna meşa 25'ê Mijdarê li jinan hat kirin

  • 16:03 22 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeyên Artuklu û Qoserê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de xebat hatin meşadin û ji bo meşê jin hatin vexwendin kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê a Cîhanê li navçeyên Qoser û Artukliyê hevdîtina jinan pêkanîn. Di hevdîtina ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  pêk hat de, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Meclîsa Jinan a HDP’ê, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar amade bûn.
 
Di civînê de çalekvana TJA’yê Alya Tok, Pero Dundar û Dayikên Aşitiyê mafê axaftinê girtin û ji bo yektiya jinan bang kirin.
 
Li Qoserê serdana taxan
 
Li Qoserê jî çalekvanên TJA’yê û jinên HDP’yî di heman çarçoveyê de serdana taxan kirin. Serdana ku li taxa Mezopotamyayê ku di navenda navçeyê de cih digire pêkhat de Parlementera Rihayê Ayşe Surucu jî cih girt û hemû jin vexwendin meşê.