Banga tevlibûna meşa 25'ê Mijdarê li jinan hat kirin 2020-11-22 16:03:47   MÊRDÎN - Li navçeyên Artuklu û Qoserê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de xebat hatin meşadin û ji bo meşê jin hatin vexwendin kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê a Cîhanê li navçeyên Qoser û Artukliyê hevdîtina jinan pêkanîn. Di hevdîtina ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  pêk hat de, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Meclîsa Jinan a HDP’ê, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar amade bûn.   Di civînê de çalekvana TJA’yê Alya Tok, Pero Dundar û Dayikên Aşitiyê mafê axaftinê girtin û ji bo yektiya jinan bang kirin.   Li Qoserê serdana taxan   Li Qoserê jî çalekvanên TJA’yê û jinên HDP’yî di heman çarçoveyê de serdana taxan kirin. Serdana ku li taxa Mezopotamyayê ku di navenda navçeyê de cih digire pêkhat de Parlementera Rihayê Ayşe Surucu jî cih girt û hemû jin vexwendin meşê.