Beriya daxuyaniyê ofîs hat dorpêçkirin
- 13:27 18 Mijdar 2020
- Rojane
AMED - Beriya daxuyaniya derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê ku wê di pêşengiya DBP'ê de bê dayîn polîsan taxa ofîsê ya navçeya yenîşehirê dorpêç kirin.
Di pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi tevlibûna gelek partiyên din ên li bajêr wê li Kolana Hunerê ya taxa Ofîsa Yenîşehira Amedê derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê de daxuyanî bihata dayîn. Beriya daxuyaniyê li Kolona Hunerê ku wê daxuyanî lê bihata dayîn û bi girştî Taxa Ofîsê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsên ku destûr nedan girse komî ser hev bibe welatiyên ku kom bi kom li benda dxuyaniyê bûn jî hatin dorpêçkirin û destûrê nadin çûn û hatina wesayitan.
Girseyê bi dirûşman bertek nîşanî polîsan dan.