Beriya daxuyaniyê ofîs hat dorpêçkirin 2020-11-18 13:27:57   AMED - Beriya daxuyaniya derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê ku wê di pêşengiya DBP'ê de bê dayîn polîsan taxa ofîsê ya navçeya yenîşehirê dorpêç kirin.    Di pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi tevlibûna gelek partiyên din ên li bajêr wê li Kolana Hunerê ya taxa Ofîsa Yenîşehira Amedê derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê de daxuyanî bihata dayîn. Beriya daxuyaniyê li Kolona Hunerê ku wê daxuyanî lê bihata dayîn û bi girştî Taxa Ofîsê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.  Polîsên ku destûr nedan girse komî ser hev bibe welatiyên ku kom bi kom li benda dxuyaniyê bûn jî hatin dorpêçkirin û destûrê nadin çûn û hatina wesayitan.    Girseyê bi dirûşman bertek nîşanî polîsan dan.