Dayikên Gêrîla: Em ê doza zarokên xwe bişopînin

  • 13:21 18 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Dayikên Gêrîla yên ku ev çend hefte ne dest bi rêzeçalekiyên xwe  yên ji bo rawestandina şer ê li Kurdistanê û têkbirina dagirkeriyê kirine, cîvînek li dar xistin. 
 
Di rêzeçalakiyên Dayikên Gêrîla de, îro dayikan di derbarê piştgiriya zarokên xwe yên têkoşer de û êrîşên ku di derheqê wan de li qada parastina medya tên kirin, civînek li dar xistin. Civîn li Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê hat çêkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, dayikan dest bi nîqaşên civîna xwe kirin. 
 
Dayika bi navê Zehra Sîno ku dayika Şehîd Tolhildan û Raperîn e di destpêka axaftina xwe de bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku bi erka xwe rabin û ev tişt got: “Zarokên me ji bo hebûn, ziman û xaka xwe tevlî nava refên Gêrîla bûne. Em kurd in desthildatdaran dest danîne ser mafên me, em mafê xwe yê jiyanê dixwazin.  Em jî dixwazin xwedî ax, ziman û çand bin, ji bo wê zarokên me ev rêk hilbijartin. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe rabin û êrîşên li dijî zarokên me bide rawestandin.”
 
Dayika bi navê Siltana Seyid ku dayika Şehîd Qehreman  e banga yekîtiya kurdan kir û ev tişt di civînê de got:”Pêwist e em kurd xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin. Îro dijmin dixwaze şerê birakujiyê pêk bîne.  Li hember van kiryaran pêwist e em hişyar bin. Îro ev şoreş şanseke mezin e ji bo kurdan ku bi têkoşîn û berxwedana xwe mafê xwe bistînin.  Pêwist e em xwedî li nirx û deskeftiyên vê şoreş  derbikevin û em bi yekîtiya xwe kiryaran têk binin. Em ê doza zarokên xwe bişopînin û sozdarên rêka wan bin.”
 
Dayikan soza bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê dan û bi yek dengî daxwaza yekîtiya kurdî kirin.