'Divê hemû cîhan li dijî kiryar û siyaseta dewleta tirk derkeve'

  • 09:01 10 Mijdar 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî 
 
KOBANÊ - Hevseroka Rêxistina Tîrêj a Astengdaran Emîra Mihemed Elî siyaseta dewleta tirk nirxand. Emîrayê da zanîn ku dewleta tirk bi kiryarên xwe gefê li hemû cîhanê dixwe û ev tişt got: "Dewleta tirk ji bo zindîkirina serdema Osmaniyan dagirkeriya xwe roj bi roj berferehtir dike. Loma divê li cîhanê lihevkirineke lezgîn were çêkirin da ku rewş ber bi xeteriyê ve neçe. Divê hemû cîhan li dijî kiryar û siyaseta dewleta tirk derkeve."
 
Têkildarî kiryar û siyaseta dewleta tirk, Hevseroka Rêxistina Tîrêj a Astengdaran Emîra Mihemed Elî pirsên me bersivand. 
 
Dewleta tirk li Rojhilata Navîn û Ewropayê siyaseteke bi çi rengî dide meşandin?  
 
Mirov siyaseta dewleta tirk şîrove bike, divê dîroka wan jî bi bîr bixe. Di navbera şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de Osmaniyan bi armanca belavkirina ola Îslama radîkal Rojhilata Navîn û gelek deverên din jî dagir kiribû. Di roja îro de dewleta tirk bi serkêşiya Erdogan dixwaze dîsa ew serdem bê dubarekirin. Em dibînin di her sedsaleke nû de nexşeya cîhanî tê guhertin û nûkirin. Di sedsala 21’emîn de dewleta tirk dixwaze li Rojhilata Navîn û Ewropayê felsefeya Osmaniyan bide rûniştandin.  Heger dewleta tirk vê yekê neke ew êdî nikare weke dewlet li ser lingan bimîne û dê ber bi hilweşînê ve biçe. Dewleta tirk di aliyê aborîyê de lawaz bûye û şerê navxweyî jî gihîştiye asteke bilind, ji bo ew bikaribin van rastiyan veşêre berê êrîşên xwe dane Rojhilata Navîn. Dewleta tirk dixwaze bi vî hawî, li tevahî cîhanê siyaseta xwe bimeşîne. Dixwaze careke din, bi fikra îslama radîkal neteweyên di Rojhilata Navîn di komkujiyên nû re derbas bike. 
 
Çima dewleta tirk di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Lîbya, Ermenîstan û Ewropayê de hinek koman bi kar tîne?
 
Dewleta tirk ji bo ku xwe di aliyê aboriyê de xurt bike, êrîşî hinek welatên di warê petrolê de dewlemend, dike. Di hundir deryaya Lîbyayê de petrol û gaz heye, her wiha li Ermenîstanê jî gaza ji Deryaya Qezwînê dertê heye. Her wisa li Rojavayê Kurdistanê jî petrol heye. Dewleta tirk bi lihevkirinên navneteweyî dixwaze van welatan dagir bike, ev yek di daxuyaniyên Erdogan yên di vê dawiyê de diyar dibe. Erdogan dibêje leşkerên min li ku derê cîhanê hebin, ew dever a me ye. Dewleta tirk êrîşên xwe rewa dike, xwe weke dagirker nabîne. Li ser vê bingehê dewleta tirk ji bo xurtkirina aboriya xwe  van kiryaran pêk tîne.  Li gor lêkolînvanan di sedsala li pêşiya me de wê li gelek welatan av kêm bibe, ava herî zêde li Kurdistanê ye, ji ber vê dewleta tirk dixwaze vê avê bike milkê xwe û ji bo bazirganiyê bi kar bîne. Bê guman dewleta tirk van kiryaran bi artêşa xwe tenê nake, ew van tiştan bi alîkariya hêzên Opozisyon  yên ku di salên 2010 û 2011'an de li Sûriyeyê ava bûn, dike. Ev hêzên opozisyonê jî qaşo armanca wan azadiya Sûriyeyê û avakirina pergaleke demokratîk e. Lê dewleta tirk ew bi pereyan kirî û kiriye amûra bicihanîna berjewendiyên xwe. Em êdî nikarin ji wan re bêjin hêzên Opozisyonê. Çimkî ew bûne çeteyên tirkiyeyê. Erdogan wan di bin navê îslama radîkal û cîhadê de bi rêxistin dike û wan dişîne tevahî dewletan. 
 
Dewleta tirk çima tevlî şerê li dijî Ermenîstanê dibe?  
 
Şerên ku îro rû didin mirov nikare ji dîrokê qut bike. Împeratoriya Osmaniyan dema ava bû yek ji armancên wê qirkirina Ermenî û Kurdan bû, loma komkujiyên gelek hov kirin. Di encamê de Ermeniyên ji qirkirinê rizgar bûn koçber bûn. Ermenîstan riyên gelek parzemînan bi hev girê dide, ya din Gaza Ermenîstanê  jî heye. Ji ber vê dewleta tirk dixwaze di bin navê Azerbaycanê de qirkirina Ermeniyan dewam bike. Dest deyne ser gaza wê û kurdên li wir dijîn jî tune bike. 
 
Hûn dikarin kiryarên dewleta tirk ên li Ewropayê jî binirxînin?
 
Dewleta tirk nikare ji xwe ber êrîşî tu welatan bike, lê ew hêzê ji endamtiya xwe ya NATO'yê digire. Em dibînin NATO li hember kiryarên dewleta tirk tu helwest nîşan neda. Cîhan niha di pêvajoya berjewendiyên kesayetî de ye. Serdest ji bo mezinkirina desthilatdariya xwe dixebitin. Ji bo vê dewleta tirk ku derê lawaz an jî li hemberî xwe dibîne, êrîşî wir dike. Êrîşa li Firansayê jî hat kirin heman tişt e. Firansa yekemîn dewlet bû ku li hember kiryarên dewleta tirk helwest nîşan da. Êrîşa li ser Viyanayê jî heman tişt bû, herdu êrîş jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kirin. Dewleta tirk ji bilî kiryarên veşartî, bi rengekî eşkere Ewropayê jî tehdîd dike. Erdogan her tim koçberan bi kar tîne. Bangewaziya me ji tevahî cîhanê, NATO, dewletên ku cîhanê bi rê ve dibin û rêxistinên mafên mirovan heye. Bila bi rengekî lezgîn lihevkirinek were çêkirin, da ku ji dewleta tirk û çeteyên wê sînor were danîn. Heger ev lihevkirin neyê çêkirin, wê cîhan bi xeteriyên mezin re rû bi rû bimînin. Me weke Gelê Kurd li hember êrîşên dewleta tirk berxwedan hilbijartiye, lê divê tevahî cîhan li hember hovîtî û planên dewleta tirk helwestên cidî nîşan bidin.