Meclîsa Îştar: Xwedî li rûmeta xwe derkevin

  • 14:55 9 Mijdar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê êrîşên li ser jinan pêk hatî hat şermezar kirin û gotin: "Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li hebûn û rûmeta xwe derkevin û hemberî her cureyên îxanet û dagirkeriyê têkoşînê bilind bikin.” 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê êrîşên PDK’ê yên li ser jinan şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Îştar ya wargehê hat dayîn û daxuyanî ji aliyê mamosta Kurdistan Manak ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Li hember pergala baviksalar ya ku xwe li ser qirkirin û kolekirina jinê afirandiye û dibêje ‘destpêkê li jinê bidin,’ Rêber Apo jî got; ‘Destpêkê jinê azad bikin’ û têkoşîna azadiya jinê kir bingeha têkoşîna azadiya civakî. Îro heman pergala dewletê ya baviksalar ku bi destê zilamên faşîst yên weke Erdogan û hevalbendên wî tên rêvebirin jin û civakan li gor berjewendiyên xwe rêvedibin û bi desthilatdariyê civakekê bê îrade û ji xwe rêvebirinê dûr avadikin.  
 
Îro li Başûrê Kurdistanê mala Barzanî ku para xwe ji zanabuyinê negirtiye. Divê bê zanîn ku hemberî vê cehaleta dîrokî ya Mala Barzaniyan îro jin û ciwanên kurd yên  neviyên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên Besê û Zerîfeyan ku di dîrokê de li hemberî îxanetê têkoşîn meşandin niha jî li ser piyane û axa xwe diparêzin. Îro  dewleta Tirk bi destê mala Barzanîyan xwe digîhîne Kurdistanê û bi zimanê mala Barzaniyan erîşî jinên kurd dike.
 
Em weke jinên kurd yên wargeha Mexmûr van kirinên  PDK’ê ji dijminahiya dewleta Tirk qut nagrin dest û hemû kirinên Mala Barzaniyan weke îxaneta herî kûr ya dîrokî ku li hemberî jin û Gelê Kurd hatiye kirin dihesibînîn. Em bang li hemû jinan dikin ku di çarçoveya pêngava ‘dem dema azadiya Rêber Apo ye , dem dema parastina jin û civakê ye’ de xwedî li hebûn û rûmeta xwe derkevin û hemberî her cure îxanet û dagirkerîyê têkoşînê bilind bikin."