Komîsyona Jinan a KNK'ê: Li dijî şer têkoşinek neteweyî divê

  • 14:33 9 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a KNK'ê derbarê geşedanên Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyekê nivîskî weşand û gotin: "Em bang li xwişkên xwe dikin ku bila destûrê nedin tu hêzek zimandirejiya reşkirina destkeftiyên me jinan bikin. Ji bo paşeroja azad hewceye ku têkoşîneke neteweyî ya jinan û kurdan bê dayîn."
 
Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî geşedanên Herêmên Federal a Kurdistanê de daxuyaniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser xetereyên li herêmê pêk bên. 
 
Di daxuyaniya Komîsyona Jinan de wiha hat gotin: "Komîsyona Jinan a KNK'ê û jin ên endamên KNK'ê çend roj in di rewşeke awart de ne. Di daxuyaniyên dewleta Tirk û hinek dewletên welatên rojava de diyar dibe ku ew bi ser agirde diçin û dixwazin kurdan bînin hemberî hev. Ji ber ku hêzên dagirker sed sal in, bi rêbaza 'parçe bike û bi rê ve bibe' kurd lewaz kirin. Îro jî piştî ku kurdan li Başûr statuya federeyê bi dest xistin û li Rojavayê Kurdistanê xweseriyek ava kirin. Ev dewlet ditirsin ku kontrola xwe ya sedsalî ya li ser kurdan winda bikin. Her wiha dîtin ku kurd bi têkoşîna azadiya jinan pêşengiya guhertina erênî ya civakî dikin û civaka kurd bi jin û merên xwe êdî ber bi civakeke nûjên, ronakbîr û azad ve dimeşe. 
 
Di dema şerê DAÎŞ'ê de jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê û li Şengalê serê kurdan di asta cîhanê de bilind kirin. Dirûşma bi kurdî 'jin-jiyan-azadî' edî îro bi hemû zimanê cîhanê tê gotin. Erdogan dijî hemû destketiyên jinên kurd şer dike. Dijî pergala hevserokatiyê ye û li dijî jinên kurd e. Gerîlayên jin bi rihê fedaîbûnê li dijî DAÎŞ'ê pêşengiya rizgarkirina Kurdistanê, herêma Rojhilata Navîn û cîhanê kirin.  
 
Em hemû êrîş û zimandirêjiya ku wan rojan li aliyê hinek rayedarên PDK'ê ya li ser sîstema hevserokatî û jinên têkoşêr bi tundî şermezar dikin. KNK'ê jî wek hêzeke neteweyî xwediye sîstema hevserokatiyê ye û hemû partî û kesên ku endamên KNK'ê ne, bi wê yekê şahnaz in. Edî li Kurdistanê siyaseta koletiyê ya li ser jinan û kurdan nameşe. Ji bo wê jî, dixwazin destketiyên me bi şerekî giran têk bibin. Dîsa me kurdan û jinan vegerînin merheleya berê ya koletiyê. 
 
Hemû cîhan dizanê ku dewleta Tirk di bin rejîma Erdogan de dijminê kurdan û jinan e. Îro bûye bela serê gelên Ewropayê, gelê Ermenî û Ereb jî. Lê heger aliyekî Kurd, xwe dostê vê dewletê destnîşan bike, dibe alîkar ku rûyê wê yê reş û kujer were veşartin. Dewleta Tirk dostê me nîne. Dijmin e, kujer e, dagirker e, mêtînger e û zayendperest e. Ji bo paşeroja azad, li dijî vê dewletê pewîstiya me bi têkoşîneke neteweyî ya jinan û Kurdan heye. 
 
Em bang li jinên kurd dikin, Kurdistana ku bi xwîna şehîdên jin û mêr hatiye vê rewşê û îro jin tê de bûne xwedî nasnamaya rûmetê, nehêlin bila di şerê berjewendiyên dagirkeran de bê şewitandin. Her wiha em bang li xwîşkên xwe dikin, bila destûrê nedin tu hêzek zimandirejiya reşkirina destkeftiyên me jinan bikin. Ew hêz dixwaze hêzên dagirker bin, dixwaze yên Kurd bin.""