14 mamosteyên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

  • 13:40 9 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê, 14 mamostayên hatibûn binçavkirin hatin berdan. 3 mamoste jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
 
Di 5’ê Mijdarê de, li Amedê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” ji 28 mamostayên hatibûn binçavkirin 11 jê roja Înê hatibûn berdan. 17 mamosteyên din îro serê sibehê piştî îfade dan ewlekariya polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Ji mamosteyan Şenay Koç, Zeynep Kaya, Kasim Aydin, Yildirim Arslan, Saliha Zorlu, Recep Şimşek, Mehmet Baydemir, Mehmet Emin Yucel, Halis Kizilirmak, Ezgi Çelik, Mehmet Arda, Fatih Mutlu, Pelda Sevim û Murat Derince piştî ku li dozger îfade dan, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Devrîm Dûrucan, Abbas Şahîn û Mehmet Edîp Erdogdu jî, piştî ku îfade dan dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
Savaş Saymaz û ê li Çanakkaleyê û Fatîh Mûtlû yê li Yalova hatibûn binçavkirin jî, lêpirsîna wan dewam dike. 
 
Li aliyê din, hat destnîşankirin ku hem li Miduriyeta polîsan, hem jî li dozgeriyê, xebatên sendîkayê, axaftinên di telefonan de hatine guhdarkirin û îfadeyên şahidê nepen ên li ser wan hatibûn dayîn ji mamosteyan hatin pirsîn. 
 
Di heman demê de biryara veşartinê ya di dosyeya lêpirsînê de, dewam dike.