Doza rojnameger Rûken Demîr hat taloqkirin

  • 13:37 9 Mijdar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Danişîna doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr a bi hinceta nûçeyên çêkirine tê darizandin, ji ber avahiya edliyê di erdhejê de bi bandor bûbû hat taloqkirin. 
 
Li bendê bû ku îro, 3’yemîn danişîna doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr a ku bi hinceta nûçeyên derbarê  çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2018’an de li girtîgehan dest pê kirin û Çiyayên Kazê de çêkiribûn, di 26’ê Mijdara 2019’an de hatibû girtin û piştî 4 mehan hatibû berdan, bê dîtin. Lê ji ber ku avahiya edliyê di erdheja Îzmîrê de bi bandor bûbû, danişîna Rûkenê hat taloqkirin. 
 
Hat diyarkirin ku wê dûre dîroka danişînê bê diyarkirin.