Polîsan li Cizîrê çek dan serê du jinan

  • 13:01 9 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Di saetên serê sibê de li Cizîrê polîsan bi ser malan de girtin, di dema serdegirtina malê de çek dan serê dayika Cîhan Olmez Kudret Adiyaman û dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç.
 
Di saetên serê sibehê de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, operasyona siyasî ya hat lidarxistin de, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Gûler Tunç û hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî şûnê wê hatibû kirin jî, di nav de bi giştî 10 kes hatin binçavkirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Selahattîn Ozkalay jî li avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Her wiha polîsan li ser mala endamên HDP’ê yên Cizîrê Emîn Kalkan û Mustafa Dal de jî girtin lêgerîn kirin û ji ber ku ne malê bûn nehatin binçavkirin. Her wiha kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û her wiha di dosyeyê de biryara veşarî hat dayîn.  
 
Polîsên ku çek danîn serê dayika Cihan Olmez Kudret Adiyaman ji ajansa me re axivî û got ev ne cara yekeme û ne dê cara dawî be jî. Kudret, anî ziman ku serê sibehê saet 5’an de polîsan li ser mala wê de girtine û wiha got: “Derî û pacêyên me şikandin. Dema ew hatin em raketibûn. Ez hatim derî vekim, lê polîsan derî û pace şikandin. Çek danîn serê min û ji min re gotin ‘rakeve erdê.’  Min jî tiştên ku wan got kir. Ji ber ku ez nexweşa dil im  keça min kir qêr. Keça min ji polîsan re got ‘dayikamin nexweşa dil e.’ Piştre ji min re gotin Cihan li ku derê ye. Min got ew qatê jorê ye û hemû polîs berê xwe dan mala wê.”  
 
‘Ji erdê ve kişandin’
 
Kudret, destnîşan kir ku xaniyên wan hatine lêgerînkirin û dest danîne ser gelek pirtûkan û wiha domand: “Berê du rojan polîs hatibûn derdorê behsa kurê min kirine. Gotine ‘hûn Cîhan nas dikin.’ Malê bela belayî kirin. Ji mutfaxê heta odeyan hemû yan geriyan. Kurê min ji korîdorê ji erdê ve kişandin. Sê saetan lêgerîn kirin. Piştî lêgerîna malê qediyan kurê min birin. Neviya min a biçûk ku raketibû ji ber polîsan tirsiya.”
 
‘Ev ne carayekeme û ne jî cara dawî bibe’
 
Kudret, diyar kir ku ev ne cara yekeme û ne jî cara dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salane li ser malên me de digirin û lêgerînê dikin. Tên me binçavdikin û digirin. Ev ne cara yekeme û ne jî dê cara dawî bibe. Li hember vê zilmê me tu carî serî netewand û em ê netewînin. Em dixwazin kesên binçavkirî û girtî hemû bên berdan. Ji ber ku em kurd in vê zilmê li me dikin.”  
 
Polîsan çek rastê Esmet Tunç girtine
 
Her wiha hat zanîn ku polîsan çek rastî dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç jî kirine. Her wiha dema polîsan li ser mala Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç de girt kurê wê Bêkes Tunç jî li malê bûye û gelek tirsyaye. Derî û paceya mala Guler ji aliyê polîsan ve hat şikandin.