‘Ziman hebûn û nasnameya gelan e, em ê hebûnê xwe biparêzin’

  • 09:04 9 Mijdar 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Mamoste û xwendekarên Paymengeha Viyan Amara daxwaza ENKS'ê ji bo qedexekirina zimanê kurdî red kirin û wiha gotin: "Daxwaza ENKS'ê ya derbarê zimanê dayikê de, em tu carî qebûl nakin. Ziman hebûn û nasnameya gelan e, em ê zimanê xwe biparêzin."
 
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, Gelê Kurd gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Yek ji van jî perwerdeya bi zimanê kurdî, zimanê dayikê bû. Li Rojava gelek dibistan, paymengeh û zanîngeh bi zimanê kurdî hatin vekirin û bi sed hezaran xwendekar fêrî zimanê dayikê dibin. Di demên dawîn de di nav dan û standinên partiyên kurdî de  ji bo yekrêziya kurdan, partiya ENKS'ê daxwaza qedexekirina zimanê kurdî kir. Têkildarî mijarê mamoste û xwendekarên Efrînê ev daxwaz şermezarkirin û nêrînên xwe  bi me re parve kirin.
 
'Perwerdeya bi ziman kurdî ji bo me xwenek bû'
 
Mamosteya paymengeha Viyan Amara ya beşa Zimanê Kurdî û Wêjeyê, Hikmet Hisên derbarê daxwaza ENKS'ê de wiha nêrîna xwe anî ziman: " Ev bû 7 ku ez mamostetiyê dikim û zimanê kurdî fêrî xwendekaran dikim. Em weke mamosteyên Zimanê Kurdî helwesta ENKS'ê ya derbarê rakirina perwerdekirin kurdî ji holê, şermezar dikin. Ruxmî koçberî, şert û mercên zahmet, em dîsa xwendekarên xwe fêrî zimanê dayikê dikin. Kesên ku li ser navê kurdayetiyê bang dikin divê destpêkê zimanê xwe biparêzin, ne ku qedexe bikin. Em ê li hember vê daxwazê berxwedana xwe bilind bikin. Banga me ji ENKS'ê re ew e ku li kurdayetiya xwe vegere û hebûna xwe nas bike. Ji bo ku em zimanê xwe li cîhanê bidin nasîn, me kedeke gelek mezin daye. Ji bo me xewnek bû ku em bi Zimanê Kurdî biaxivin û bixwînin.  Lê bi saya fikirên Rêber Apo û xwîna şehîdan, em îro bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin."
 
'Em daxwaz û biryarên dijmin qebûl nakin'
 
Xwendekara paymengeha Viyan Amara ya beşa Zimanê Kurdî û wêjeyê Rûlav Hibo ku bi Zimanê Kurdî xwendina xwe didomîne jî wiha got: "Berî şoreşê em neçarbûn ku li ser daxwaza Rejîma BAAS'ê bi zimanê erebî bixwînin û perwerde bibin. Bi avakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derfet çêbû ku em bi zimanê xwe yê ku bi salan e em jê mehrûm mabûn, bixwîn û perwerde bibin. Em gelek bi sûdin ku îro bi zimanê dayikê hebûna xwe mayide dikin. Daxwaz û biryarên ENKS'ê ji bo rakirina zimanê kurdî ji dibistanan û ferzkirina meteryalên erebî yên Sûriyeyê em tu carî qebûl nakin. Beşa Zimanê Kurdî û Wêjeyî hat avakirin, ji bo ku em parastina ziman bikin û fêrî nifşên nû bikin."
 
'Ziman hebûn û nasnameya gelan e'
 
Xwendekara Beşa Biyolojiyê ya paymengeha Viyan Amara, Fîda Heyder jî diyar kir ku ziman hebûna mirovan e û wiha pê da çû: "Ziman hebûn û nasnameya mirovan e. Her civakek ferî zimanê xwe dibe, weke Gelê Kurd jî mafê me yê rawa ye ku em bi zimanê xwe bixwînin û perwerdeyê bibînin. Em tu carî nehêlin ku zimanê me bê tunekirin. Piştî her zehmetiyekê em îro li koçberiyê de bi zimanê xwe dixwînin ev cihê serbilindî û serfiraziyê ye."