‘Destdirêjî tecawûzê enpozeyî civaka me dikin’

  • 09:03 9 Mijdar 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Endamên Platforma Jinan a Şahmaran bertek nîşanî têkiliyên ensest û polîtîkayên destdirêjî û tecawûzê dan û gotin: “Li hermê ji ber polîtkayên çewt bûyerên ensestê zêde bûne. Dixwazin destdirêjî û tecawuzê enpozeyî civaka me bikin.”
 
Li Tiriyê tenê di meha Cotmehê de 22 jin hatin qetilkirin, li gelek jinan destdirêjî û tecawiz hatiye kirin. Bi hezaran bûyerên bi vî rengî ji ber ku di nava malbatê de rû didin tên veşartin û serwan tê nixumandin. Endamên Platforma Jinan a Şahmaran têkildarî têkiliyên ensest(Têkiliya zayendî ya di nav malê de) û polîtîkayên tacîz û tecawûzê ji ajansa me re axivîn.  Jinan got ev encamên polîtîkayên êrişên taybetin.
 
‘Dibin sedema têkibirina nirxên civakê’
 
Ji endamên platformê Munevver Irmak bal kişand ser zêdebûna têkiliya ensest û wiha got: “Têkiliyên ensest yên çewt ku di nava malbatan de çêdibin dibin sedema têkçûna nirxên civakê. Tişta herî bingehîn ya civakê dike yek û hebûna wê li ser piyan digire exlaq e. Lê qewimîna van buyeran dibe sedema têkbirina wê civakê.  Divê em çavên xwe ji van bûyeran re negirin. Pêwîst e em van bûyeran asteng bikin.  Ji bo ku em pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin divê em projeyên perwerdeyê pêş bixin. Ev di nava civakê de bi rêya atolyeyên ku bên kirin û perwerdeya li dibistanan tê dayîn dikare bê kirin. Herwiha bi taybet jî di vî warî de divê mêr werin hişyarkirin û li gorî fikara min divê  ne jin zilam werin perwerdekirin.”
 
‘Em ê tim li gel jinan bin’
 
Munevverê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser polîtîkayên çewt ên destdirêjî û tecawuzê ku li herêmê tên pêşxistin û wiha got: “Dixwazin destdirêjiyê û tecawuzê bînin rewşeke ku her kes normal bibîne. Em nikarin bibêjin ku destdirêjî û tecawuz niha zêde bûye. Pêkhatina bûyerên bi vî rengî têkildarî polîtîkayên dewletê ye, lê niha hişmendiyek wisa ketiye meriyetê ku van qirêjiyên xwe bi şeklek vekirî dikin. Ev hovîtî ye. Ev sîstema rêvebir ji ber ku bi hişmendiya mêr e bûyerên bi vî rengî derdixîne holê. Jinên ku xwedî hêzek bê dawî ya afirandinê ne di malê de tên hepskirin. Ji ber ku ji hêza wan ditirsin. Em ê weke Platforma Jinan a  Şahmaranê li dijî van cure polîtîkayên destdirêjî û tecawuzê rawestin. Em ê hertim di hemû şert û mercan de li gel jinan bin.”
 
‘Mêr ji sîstemê cesaret digire’
 
 Berîvan Koken jî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji dîroka kevnar heta niha li jinan tundî tê kirin. Hertim weke zayenda duwem yan jî sêyem hatine dîtin. Kêm hatine dîtin. Ji ber ku li dijî nasnameya jinê û li dijî destkeftiyên wê êrişek pêk hat. Niha jî bi heman rengî ev êriş berdewam dikin. Di van demên dawî de bi van ve girêdayî buyerên destdirêjî û tecawûzê û têkiliyên ensest  rû didin. Em her roj bi nuçeyek ya qetlîam û tecawuzê çavê xwe li rojê vedikin. Tenê di meha Cotmehê de 22 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. Li bi dehan jinan jî destdirêjî û tecawiz hatiye kirin. Ev jî encamên ku sîstema dijminê jinê diafîne ye. Bi polîtîkayên bêcezatiyê yan jî pêkneanîna qanûnan re ev yek tên meşrûkirin. Ango medyaya alîgir ji piyê vê yê herî bandorkere ku ji vê qetlîaman, destdirêjî û ji tecawuzan re dibe rêber. Mêrên ku van pêkanînên qirêj dikin hêza xwe ji sîstemê digirin. Ji ber vê sedemê jî em weke jin ji vê rewşê û ji pêşeroja xwe bi guman in. Ji ber ku wisa biçe wê rewş hîn xiraptir bibe.”
 
‘Em ê destûrê nedin destdirêjî û tecawizê’
 
Berîvanê got ku dewlet bi taybet jî van polîtîkayên xwe  li herêmên me belav dike û wiha berdewam kir: “Ev polîtîkayên qirêj herî zêde li herêma me dikevin meriyetê. Lê em jî li hemberî van pêkanînan bê deng namînin. Bê guman di hemû şert û mercan de me hewil da ku em xwe bigihînin jinan. Di pêvajoyên herî dijwar yên şewba koronoyê de jî jinan li ser medyaya civakî tora piştevaniyê ava kirin. Em hertim li dijî vê hişmendiya mêr li qadane û em ê vê sekna xwe  jî bidin berdewamkirin. Em ê destûrê nedi ku hîn bêhtir destdirêjî li destkeftiyên me were kirin. Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ a ku TJA’yê daye destpêkirin ” jî li hemberî van êrişan bersivek mezin e. Rêbaz agahdarkirina civakê ye. Em ji di wê çarçoveyê de mal bi mal digerin û xwe digîhînin her kesek ji  civakê. Em ji wan re êrişên li dijî civakê, li dijî ciwan, jin û xwezaya me tên kirin vedibêjin. Em rêbaza ku em ê xwe li hemberî van êrişan çawa biparêzin jî dibêjin.  Em hêvî dikin ku wê bandorek mezin ya xwe ji hebe.”
 
‘Em jin bi hevre hêzin’
 
Aygul Akkiliç jî diyar kir ku li herêmê wan ev cure êrişên li dijî jinê zêdebûne û wiha berdewam kir: “Têkiliyên ensest,  polîtîkayên destdirêjî û tecawûzê her ku diçe zêdetir dibin. Bi vê re jî exlaqê civakê xira dibe. Dikare bê pirsîn ku gelo çima ev bûyer zêde bûne? Bê guman mêr cesareta xwe ji dewletê digire ku êrişek wiha dike. Li gorî min sedema vê ji cezanekirina kiryaran, daxistina cezayê ji ber rewşa baş û pêkneanîna peymanên weke Peymana Stenbolê ye. Mêrê ku suç kiriye dema vê nêzîkatiyê dibîne sucê xwe dubare dike. Ji bo ku êdî ev buyer pêk neyên divê dad û sîstem bibin asteng. Divê Peymana Stenbolê a ku li dijî tundiya di nava malbatê de ye bikeve meriyetê ye. Divê kiryar werin cezakirin. Em jin jî ji bo ev yek bên pêkanîn, em ê timî li qadan bin û têkoşînê bidin. Weke Platforma Jinan a Şahmaran jî em bi jinan re di nava yekgirtineke xurt de ne. Ji xebatên me ji diyarin ku jin bi hev re bi hêz in û wê bikarin hertiştî bi serbixin. Em ê bi têkoşîna xwe bikaribin van polîtîkayên destdirêjî û tecawûzê jî têk bibin.”