Di serdegirtinên malan ên Cizîrê de Guler Tunç û Bêrîvan Kutlu binçav kirin

  • 08:37 9 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunc û Hevşaredara Cizîrê ya qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin Bêrîvan Kutlu jî di nav de gelek kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Gûler Tunç û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, rêveberên partiyê û endamên meclîsê şaredariyê jî di nav de gelek kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku polîsan di dema serdegirtinan de deriyên mala Guler û Bêrî şikandin û bi seatan di malê de lêgerîn kirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Cizîrê Guler Tunç, Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Berîvan Kutlu, Cihan Olmez, Mesut Nart, Mesut Uçkaç, Reşît Çaglik, Sabrî Erdogmuş, Emîn Kalkan, Alî Taniş û Azîz Uygur e. Her wiha hat diyarkirin ku bi ser mala Musfata Dal de jî girtine û lêgerîn kirine, lê ji ber ku Mustafa ne li malê bûye nehatiye binçavkirin.
 
Hat dest nîşan kirin ku kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.