Li dijî mêr - dewletê çalakî

  • 09:13 8 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên TÊKO-JIN û JXK'ê duh saet di 15'an de li Maînzê li hev kom bûn û li dijî tundiya li jinê û kuştina jinê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
 
Aktîvîstên Jin ên Ciwanên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Jin ên Xwenedekar ên Kurdistanê (JXK) li dijî tundiya li jinê û qirkina jinê li bajarê Maînz ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
 
Jinên ku çalakî pêk anîn bi tîşortên boyaxkirî ku li xwe kirin bal kişandin ser jinên ku tundî li wan tê kirin û nivîsên elmanî yên li ser çîroka jinên hatin kuştin xwendin. Jinên ciwan bi çalakiya ku kirin xwestin bala raya giştî bikişînin ser mijara qirkirina jinan û bi wêneyên ku hildan diyar kirin ku ew jin bi destê dewleta tirk hatine kuştin.
 
Jinan posterên Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Ozgecan Aslan, Îpek Er hildan û destnîşan kir ku ew êdî nema dikarin xwe li heberî kuştina jinan rabigirin.
 
Çalakî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî, "Em dibêjin Na" bi dawî bû.