'Bi rihê berxwedana Hevrînê me dest bi pêngavê kir'

  • 09:01 8 Mijdar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Baska Jinan a Zehmetkêşanî ya Kurdistanê Şeyda Merûf têkildarî Însiyatîfa Jinên Rojhilata Navîn wiha got:"Em weke jinên Başûrê Kurdistanê li dijî wêran û tundiya li beramberî jinê ne. Bi awayekî yekdengiyê li kêleka rêxistina jinan, kesên serbixwe û kesên ku di aliyê siyasî de kar dikin tevlî kampanyayê bûn."
 
Rêxistina jinan ên Rojhilata Navîn di 12'ê Cotmehê de bi dirûşma "Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehiyê û aştiyê" dest bi pêngavekê kirin. Armanca vê pêngavê belgekirina sûcên li dijî pergalan û dewleta tirk ên li dijî jinan e. Di vê pêngavê de 7 welat û 11 rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn cihê xwe digirin. Têkildarî însiyatîfa jinên Rojhilata Navîn û pêngavê Endama Baska Jinan a Zehmetkêşanî ya Kurdistanê Şeyda Merûf nêrîna xwe parve kir.
 
'Bi awayekî yekdeng em li kêleka hev sekinînin'
 
Şeydayê di destpêka gotina xwe de qala însiyatifê kir û wiha domand: "Em weke jinên Başûrê Kurdistanê li dijî wêran û tundiya li beramberî jinê, bi awayekî yekdeng li kêleka rêxistina jinan, kesên serbixwe û kesên ku di aliyê siyasî de kar dikin tevlî kampanyayê bûne. Li dijî tundiya li ser jinê bi dirûşma "Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehiyê û aştiyê" me pêngava xwe ragihand. Ev kampanyaya ku hatiye destpêkirin, li dijî tundiya beramberî jin û dagirkeriya li ser gelê me ye. Em wek jin dixwazin li dijî tundiya jinê kar bikin." 
 
'Em dixwazin dagirkeriyê ji zîhniyeta mirovan derxînin'
 
Şeydayê di dewama gotina xwe de behsa cureyên dagirkeriya li ser jinê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Weke ku tê zanîn dagirkerî tenê derbaskirina sînoran nîne, di gelek aliyan de mirov dikare behsa dagirkerîyê bike. Di vê demê de dagirkeriyeke bi awayekî giştî di aliyê aboriya jinê de heye, dagirkerî naxwaze aboriya jinê ya serbixwe hebe. Her wiha mirov dikare bêje desthilatdaran jî aboriya jinê desteser kiriye. Jinên ku nikaribin bi awayekî azad kar bi rê ve bibe ev yek jî cûreyek dagirkeriyê ye. Her wiha di nava malbatê de jî dagirkerî heye ev yek jî sedema xwe ji newekhevîbûyinê digire. Her wiha welatê me jî ji gelek aliyan ve hatiye dagirkirin. Bi filmên biyanî werger dike û dixe weşanê, bi vê şêwazê hemû malbatan bandor dikin. Em dixwazin vê dagirkirinê di aliyê felsefeya ziman û fikir de hatiye çandin ji zihniyeta mirovan derxînin yan jî xelas bikin."
 
'Em zihniyeta kurdewarî ya navneteweyî di nava civakê de kûr bikin' 
 
Şeydayê bal kişand ser yekbûnê û wiha domand: "Divê em weke Gelê Kurd li ser zimanê xwe karên mezin bikin û ew zîhniyeta kurdewarî ya navneteweyî di nava civakê de kûr bikin. Ne ku berê xwe bidin naveroka çanda welatên derve yên weke Tirkiye, Îran û Sûriyê yan jî kijan welat be di nava gelê xwe de bi cih bikin. Divê em bidin xuyakirin ku em weke gel bi çanda xwe ya resen dijîn û divê em jî bi vî awayî bijîn."
 
'Em ji başur 8 rêxistin tevlî kampanyayê bûne' 
 
Şeydayê diyar kir ku ew ji Silêmanî 8 rêxistina jinan beşdarî kampanyayê bûne û wiha pê de çû: "Em wek jinên Başûrê Kurdistanê 8 rêxistinên jinê yên mîna rêxistina îslamî, laiq, çep, kesayet, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û siyasetmedar tevlî kampanyayê bûne. Piştî ku me kampanyaya xwe di 12'ê Cotmehê de ragihand me diyar kir ku em ê bi awayekî yekrêz û yekdeng li dijî tundiya li ser jinê karên mezin bimeşînin." 
 
'Hevrîn Xelef pêşeroja me ronî kir'   
 
Şeydayê herî dawî bal kişand armanca ragihandina kampayaya wan a di 12'ê cotmehê de û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Hevrîn Xelef jineke siyasetmedar bû, di nava partiya pêşerojê de kar dikir. Hevrîn ji ber ku jineke siyasetmedar bû, ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve bi awayekî hov hate qetilkirin. Bi rihê berxwedana Hevrînê me ev roj hilbijart. Ji ber Hevrîn li dijî hemû tundiyan û ji bo pêşerojek azad kar û xebat dida meşandin, ji bo wê me di salvgera şehadeta wê de însiyatîf ava kir û em ê ji bo jinan kar û xebatên mezin bidin meşandin. Hevrîn Xelef pêşenga me ye,  bi siyaset û berxwedana xwe pêşeroja me ronî kir."