Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê li Rihayê start dan

  • 15:12 7 Mijdar 2020
  • Rojane
RIHA - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, li navçeya Pirsûsê yê Rihayê starta xwe da.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî tundiya dewleta mêr têdikoşin" di 7'ê Mijdarê de li hin bajarên diyarkirî dest bi çalakiyên ji bo "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê" kirin. Jinan xwestin heya meydana Pirsûsê bimeşin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jinan di nav dorpêçkirina polîsan de li ber avahiya Navçeya HDP'ê ya Pirsûsê startên xwe bi coşek mezin dan. Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, hevşaredarên rêxistinên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Aktîvîstên TJA'ê tevlî bûn. Jinên ku bi cil û bergên kurdî tevlî bûbûn, gelek caran dirûşma "Em xwe diparêzin" , "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
'Jinên Pirsûsê dê li hemberî faşîzmê serî netewînin'
 
Di destpêkê de parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun wiha got: " Dema em der dorê dinihêrin tundiya li ser xwe bi dorpêçkirina polîsan  dibînin. Me xwestibû starta xwe ligel jinên Pirsûsê  bi meşê pêk bînin lê asteng kirin. Hûn çiqas faşîzma xwe li ser me bimeşînin jî jinên Pirsûsê dê li hemberî faşîzmê serî netewînin. Pirsûs ji bo me cihekî berxwedêr e. 6 sal berê li Pirsûsê Kader Ortakkaya bi destê DAIŞ'ê hatibû qetilkirin. Em li vir,  berxwedan û têkoşîna wê bi rêzdarî bi bîr tînin."
 
Remziye destnîşan kir ku her roj jin bi destên dewletê tên kuştin, qetilkirin an jî tên sirgûnkirin û wiha got: "Êdî li ber tundî û kuştina jinê em dibêjin na. Em ê li hemberê tundiya jinê dengên xwe bilind bikin û şerên qirêj ên taybet re bêjin na."
 
'Xebatên me tên astengkirin'
 
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî axivî û got: " Îro jî dîsa xwestin dengê me qut bikin. Em diçin ku derê bi biryarên ku li Enqereyê tê sitendin xebatên me tê astengkirin. Her çiqas êrîşên me dikin ewqas jî xwe biçûk dixin. Em bi gel re li ser piyan in. Têkoşîn û berxwedana gel hêzê dide me."
 
'Em ne tenê di 25'ê Mijdarê de li qadan in'
 
Meral wiha dewam kir: "Em ne tenê di 25'ê Mijdarê de li qadan in, dê her roj di qadan de têbikoşin. Li hemberî jinê feraseteke ku naxwaze jin di kolanan de bibe heye. Em wek Meclîsa Jinan a HDP'ê dizanin ku divê hemû jinên li Tirkiyeyê bi hev re li dijî vê faşîzmê bitêkoşin. Tundî, tacîz û tecawiza li ser jinê berdewam dike lê belê êdî wekî berê nikarin veşêrin. Ji ber ku îradeya jinê bi hêz û jinên HDP'î henin."
 
'Têkoşîn ji bo jiyaneke azad dewam dike'
 
Meral destnîşan kir ku li dijî tundiya dewleta mêr li her derê xwe bi rêxistin dikin û wha axivî: " Li gel hemû astengiyan em ê têkoşîna xwe berdewam dikin. Fîgen Yuksekdag, Aysel Tugluk, Gultan Kişanak û hemû girtiyên siyasî yên jinan re silav û hezkirinên xwe dişînin. Hûn li hundir em jî li derve ber xwe didin da ku jiyanek azad û wekhev pêk were. Têkoşîn ji bo jiyaneke azad dewam dike."
 
'Têkoşîna jinê tê astengkirin'
 
Herî dawî jî Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk axivî û diyar kir ku desthilatdar ji jinan ditirse û got: "Xebatên HDP'ê tên astengkirin. Xebatên jinan ên  ji bo li dijî tundiya jinê jî tê astengkirin. Jinan ji dîrokê de heya îro ji bo mafên xwe yên bingehîn têkoşîn dane û heta ku bidest bixin dê têbikoşin."