Tîma Avrîn a jinan di dewreya duyem de bi ser ket

  • 15:06 7 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Dewreya duyem û dawî ya maça futbola  Jinên Ciwan yên Herêma Efrînê li lîstokgeha gundê Babinês a Şehbayê hat çêkirin. Di encamê de tîma Avrîn bi ser ket. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Efrîn Bi dirûşma "Em dibêjin na" dewreya xwe ya futbolê ya duyem û dawî bi navê lîstokvan"Zeyneb Memo"  ku di encamê nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dabû, li dar xistin. Di 23'ê Cotmehê de matça futbolê ya jinan dewreya xwe ya yekem di navbera tîma Avrîn, Armanc û tîma Agirî, Berxwedan de li dar xistin. Di encamê de tîma Avrîn û Agirî bi ser ketin û gihêştin asta dewreya duyem ya dawî.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Efrînê, Duniya Bekir axaftin kir. Duniya di axaftina xwe de wiha got: "Em bi keda  van lîstokvanan û bi îradeya wan gihêştin dewreya duyem ya dawî. Em vê serkeftinê pîroz dikin. Li gel me serketina tîmekê  ne girîng e, ya girîng îsbatkirina îrade û hebûna jinan e."
 
Maça yekem ya futbolê di navbera tîma Kampa Berxwedan, Dengê Efrîn de hat lîstin. Dengê Efrîn (3,1) bi ser ket.
 
Di maça duyem de ku di navbera tîma Avrîn û Agirî de hat lîstin, Tîma Avrîn (2,1) bi ser ket.
 
Di dawiyê de tîmên ku lîstin ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan, Desteya Werzîşê û Yekîtiya warzîşê ve hatin xelatkirin. Tîma Kampa Berxwedan asta çaremîn girtin, tîma Dengê Efrîn asta sêyemîn girtin, tîma Agirî asta 2'emîn girt û tîma Avrîn asta yekemîn girt.
 
Maç bi gerandina govendê bi dawî bû.