‘Em ê bi zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin’

  • 09:10 7 Mijdar 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Mamosteyên Dibistana Şehîd Qehreman di derbarê guhertin û veguhertinên  ku di dibistanê de di van salên dawiyê de hatine kirin wiha gotin: “Îsal pir guhertin û veguhertin di Dibistana Şehîd Qehreman de hatiye çêkirin û asteke pir baş hatiye bidestxistin. Em ê di welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin û dewam bikin. Em ê bi hevdu re xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
 
Piştî bidawîbûna şerê ku li taxa Şêx Meqsûd rû dabû, yek ji destkeftiyên wê avakirina Dibistana Şehîd Qehreman bû. Ev dibistan ji kurdên li Helebê re weke xewnekê  bû ku rojekê di dibistaneke zimanê kurdî de bixwînin. Dibistana Şehîd Qehreman yekem car li Helebê di sala 2018’an de hate avakirin û hemû wane bi kurdî tê dayîn. Di vê dibistanê de ji refa seretayî heta amadehîyê heye. Ev dibistan dikeve taxa Şêx Meqsûd Şerqî ya bajarê Helebê. Têkildarî mijarê Mamosteyên Dibistana Şehîd Qehreman axivîn.
 
‘Îsal xwendekar gihaştine asteke pir baş’
 
Ji Rêveberiya Dibistana Şehîd Qehreman, Heyfa Ebdo di derbarê sîstema dibistanê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Xwendina bi zimanê kurdî di hundirê bajarê Helebê de ji me re  weke xewnekê bû.  Niha jî derfet di dest me de heye ku dibistaneke me li taxê hatiye avakirin û hemû meteryalên ku tê de tê dayîn bi Kurdî ye. Dibistana Şehîd Qehreman kete sala xwe ya sêyemîn da ku hatiye avakirin. Di salên destpêkê de hejmara şagirtan pir kêm bû, ji ber ew derfetên me ewqas tune bû. Lê ji aliyê gel ve bi israr hebû ku dibistanên serbixwe yê zimanê kurdî hebin, da ku zarokên xwe tê de tomar bikin û bi zimanê dayikê bixwînin. Dema me ev dibistan ava kir di sala yekemîn de ji dibistanê tenê refa seretayî  hebû, sala duyemîn me ya navîn jî vekir û îsal jî amadeyî hat vekirin. Her wiha her du beşên zanistî û wêjeyî hatin vekirin. Îsal hejmareke pir mezin ji zarokan berê xwe dan Dibistana Şehîd Qehreman. Hejmar gihaştiye 300 şagirtî  û heta roja îro jî gel tên dibistanê û zarokên xwe qeyd dikin. Em sibehê zarokan bi otombîlê ji pêşiya malê wan digirin û wan tînin dibistanê vegerê jî wisa ye, ji ber pir şagirt hene malên wan li taxên dîtirin û dûrî dibistanê ne. Hejmara mamosteyan jî pir baş e hemû wane bi kurdî tê dayîn. Mamosteyên teybet ên her beşekê hene û mamoste jî baş hatine perwerdekirin. Lê kêleka meteryalên kurdî zimanê erebî û îngilîzî jî tê dayîn, yanî zarokên me ji tu zimanan bêpar nabin.” 
 
‘Em ê di welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin’
 
Heyfa di dawiya axaftina xwe daxwazên ENKS’ê yên rakirina zimanê kurdî bi bîr xist û wiha bi dawî kir: ”Dema ku em zimanê kurdî di dibistanan de bi pêş dixin, em dixwazin  nifşekî perwerdekirî ava bikin. Herî dawî jî ew daxwaza ENKS’ê derket pêş ku zimanê kurdî were rakirin em vê tu carî qebûl nakin, zimanê me rûmeta me ye. Em ê di welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin.”
 
‘Refa amadeyê di dibistanê de hat pêşxistin’
 
Mamosteya bi navê Şerîvan Mihemed derbarê pêşxistina refa amadeyîyê ya di dibistanê de wiha got: “Îsal sala yekem e ku li Helebê refa  amadeyê  di dibistanê de hatiye pêşxistin. Bi xwe ez beşa zanistî didim, ruxmî ku sala yekem e jî ji bo refa amadeyîyê, lê bi rastî gelek şagirt berê xwe dane dibistanê. Şagirt û mamoste bi hev re dibin alîkar. Em bi dayina zimanê kurdî pir kêfxweş in. Tiştekî pir xweş e ku zimanê me ewqas pêş ketiye.”
 
‘Em ê bi hev re xwedî li zimanê xwe derbikevin’
 
Mamosteya bi navê Fediye Hebeş jî wiha nêrîna xwe ji bo Dibistan Şehîd Qehreman anî ziman: “Piştî ewqas lehengî û berxwedanê ya di hundir Taxa Şêx Meqsû de, hêjaye ku dibistaneke kurdî di Taxa Berxwedanê de were avakirin.  Ev jî bi saya lehengên nemir hat avakirin. Şêwazê dayina waneyan pir xweş û bi rengekî pir cuda tê dayîn weke çîrok, da ku zarok baş fêm bikin û ji bo wan ne dijwar be. Roj bi roj hejmara zarokan zêdetir dibe. Em hêvî dikin ku her kesê ku li Helebê dijîn zarokên xwe bişînin vê dibistanê, da ku em bi hev re xwedî li zimanê xwe derbikevin.”