Rûken Ehmed: Em ê bi însiyatîfa xwe li dijî tundiyê bisekinin

  • 09:06 7 Mijdar 2020
  • Rojane
Roj Hozan - Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Têkiliyên Diplomasîyê ya Kongreya Star, Rûken Ehmed, derbarê Însitatîfa Jinên Rojhilata Navîn de wiha got: "Em dixwazin bi vê însiyatîfê bibin bersiva kiryarên ku li dijî jinan tên kirin.  Ji şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê me gelek destkeftî, tecrûbe girtine û em dixwazin bi jinên Rojhilata Navîn re jî parve bikin. Çimkî siberoja me bi hevdu re girêdayî ye."
 
Jinên Rojhilata Navîn di 12’ê Cotmeha 2020’an de Însiyatîfa Jinên Rojhilata Navîn ava kirin. Di vê insîyatîfê de 11 rêxistinên jinan ji 7 welatên Rojhilata Navîn cihê xwe tê de digirin.  Di nav înisyatîfê de ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 rêxistinên  jinan Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Sûriyan, Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe digirin. Têkildarî mijarê Endama Têkiliyên Dîplomasîyê ya Kongreya Star Rûken Ehmed, nêrînên xwe anî ziman. 
 
Însiyatîfa jinên Rojhilata Navîn çi ye û ji bo çi hatiye avakirin?
 
Însiyatîfa jinên Rojhilata Navîn ji navenda (JÎN) ya Lubnanê ku ew bi xwe jî rêxistineke parastina mafê jinan e, dest pê kir. Berî niha gelek xebatên me ji bo rêxistinkirina jinan hebûn, lê li Rojhilata Navîn gelek dewletên ereban tê de beşdarbûna jinan gaveke pir girîng e. Pêwistî hebû ku înisyatîfeke wisa di vê demê de bê avakirin, ji ber rojevên me yên hevbeş û hevkar bi van rêxistinên jinan re, hene. Em dixwazin bi vê însiyatîfê bibin bersîva van kiryarên li dijî jinan. 
 
Di vê însiyatîfê de kîjan rêxistinên  jinan cihê xwe tê de digirin û ji kîjan welatan e?
 
Niha 11 rêxistinên jinan cihê xwe di nava însiyatîfê de digirin, dibe ku ne di asteke pir berfih de be, lê xwedî bandoreke pir girîng e. Ev 11 rêxistin piraniya wan ji dewletên ereban ên  ku di Rojhilata navîn de ne. Jinên ji Misir, Lîbya, Lubnan, Tûnis, Îraq, Sûrî û her wiha Tirkiyeyê jî di nav de cihê xwe digire. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 rêxistinên jinan di bin navê Kongreya Star de beşdar bûne. Jinên kurd, ereb û xiristiyan.  Me xebatên xwe di asteke biçûk de dest pê kir û hewildanên me yên ku em însiyatîfa xwe berfiher bikin heye. Bi vê asta ku me dest pê kiriye em dixwazin ku bibe gaveke yekemîn ku ser esasê wê êdî em xebatên xwe hîn xurtir bikin. 
 
Ji bo roja destpêkirina vê însiyatîfa we çima roja 12’ê Cotmehê hilbijart?   
  
Destpêkê me civîneke xwe ya giştî rêxistinên jinan çêkir. Di nava civînê de rewşa jinan bi giştî hat nirxandin ku di vê pêvajoyê de tundiyeke pir dijwar li ser jinan tê meşandin. Her kes dizane ku dijmin dixwazin pergala me jinan qir bikin, taybet jinên bi rêxistinkirî û yên siyasetmedar ku rolên sereke di guhertina hevsenî û civakan de didin dilîzin, hedef tên girtin. Li Rojhilata Navîn mînakên vê qirkirinê jî hene. Nîqaş li ser ser dagirkeriya dewleta tirk hat kirin ku ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeterî bi xwe re anî, lê belê bandora vê dagirkeriyê li hemû welatên ku niha tirkiyê armancên xwe tê de dibîne ku dagir bike, heye. Dewleta tirk li ser hemû dewletên Rojhilata Navîn xeteriyê dide çêkirin, ev dagirkerî jî qirêzê bi xwe re dide avakirin. Xeterî li ser sîstema jin, vîn û îradeya wê hene, li aliyê din jî xeterî li ser projeya netewa demokratîk jî heye û dixwazin di şexsê jinê de derbeyekê li vê projeyê bixin. Dewleta tirk li herêmên dagirkirî vê siyasetê dide meşandin û dixwaze careke din DAIŞ’ê nûjen bike. Bûyerên  kiryarên tundiya li ser jinan hatine kirin mînakeke wê qetilkirina Zehra ye. Her wiha qetilkirina siyasetmedara jin Hevrîn Xelef asta hovîtî û xeteriya kiryarên dewleta tirk dide diyarkirin. Bûyera qetilkirina Hevrîn Xelef di Rojhilata Navîn û cîhanê de dengvedanek pir mezin çêkirin, ji bo wê jî di 12’ê Cotmehê de weke bîranîna şehadeta Hevrîn Xelef  me xwest em bi vê boneyê asta têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bidin pêş. Her çiqas êrîş li ser ser rêxistina me jinan hebe jî em dixwazin têkoşîn û hêza jinan li dijî vê yekê bidin diyarkirin.
 
Armanc û sedemên vê însiyatîfê çi ne?
 
Gelek rêxistinên jinan li cîhanê hene, lê li Rojhilata Navîn ji ber hişmendiya paşverû ya di bin navê îslama radîkal de gelek  caran rêxistinên jinan, dibe nikaribe çalakiyan jî pêk bîne. Jinê di çarçoveyeke teng de dihêlin û jin nikare ber bi azadiya xwe ve biherike. Niha di Sûriyeyê de jî em dibêjin projeya demokratîk ji van aloziyan re dikare bibe çareserî, lê her hêzên hegemon li pêşiya vê projeyê dibin kelem. Di Rojhilata Navîn de jî pirsgirêkên ku jin pê rû bi rû dimînin, pir in û ji bo guhertinên mayinde sîstemên îslama radîkal derdixên pêş û mafê jinê naparêzin divê bên astengkirin. Aliyên olî, ji bo berjewendiyên xwe nîjadperestiyê derdixe pêş. Her wiha aliyên civakî û destûrî jî ne alîkar in û jinan naparêzin. Ji şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê me gelek  destkeftî û tecrûbe girtine û em dixwazin bi jinên Rojhilata Navîn re jî parve bikin, ji ber siberoja me bi hevdu re girêdayî ye. Ji bo wê guhertinek di mijarê jinê de dibe çarenûsa hemû jinên Rojhilata Navîn bide guhertin. Xeteriya heyî em ser xwe tenê nabînin, xeterî li ser dîroka mîrasa jinan heye. Ji bo wê parastina van destkeftiyan wê bi hevgirtina jinan pêk were û armanca me ya bingihîn jî ew e. 
 
Xebatên bi çi rengî di nava vê însiyatîfê de we daye meşandin û ji bo 25’ê Mijdarê hûn ê çi bikin? 
 
Însiyatîfa me bi temenê xwe ne dirêj e, ji ber gaveke nû ye. Destpêkê me daxuyaniya xwe di 12’ê Cotmehê de ragihand weke danasîn bi vê însiyatîfê. Piştî danasîna vê însiyatîfê, gava me ya duyemîn jî wê ew be ku em xwe bigihînin jinên ku rastî dagirkerî û tundiyê tên. Ji ber ku em her rêxistinek li welatekî ne civînên me jî ser rêka malperên medyaya civakî çêdibin. Di civîna me ya duyem de jî me nirxandinên xwe ser însiyatîfê kirin, paşê jî me biryar girt ku di 25’ê Mijdarê de em nameyekê bişînin ji tevahî rêxistinên jinan re û kesayetên serbixwe ku di rêka wê re em wan jinan vexwînin tevlîbûna înisyatîfê.  Ji ber em dixwazin însiyatîfa me ne tenê di asta çend rêxistinan de bimîne , lê belê xwe fireh bike. Niha rewşa jinê di gelek welatên din yên ereban de pir cuda nîne. Em dixwazin xwe bigihînin jinên hemû welatan. A din jî em ê malpereke xwe ya taybet ser torên medyaya civakî vekin û tê de rewşa jinan li her welatekî êş û zehmetiyên wan parve bikin. Her jineke dikare asta tundiya ser jinê di welatê xwe de bîne ser ziman û bi hev re jî em çareseriya wê bibînin. 
 
Di daxuyaniya xwe ya 12’ê Cotmehê de we bal kişand ser eşkerekirina sûcên li dijî jinan, belgeyên di destên we de çi ne?
 
Di însiyatîfa me de me baş daye diyarkirin ku em ê belgeyên kiryarên sûcên şer ên li dijî jinan kom bikin û êşkere bikin. Ne tenê li Sûriyeyê, her kes li welatê xwe û dikare têkildarî tundî û kiryarên li dijî jinê agahiyan bidin. Niha em bêjin jî dagirkerî û qirkirin gelek aliyên wê hene mîna dagirkeriya çandî,  qirkirina ziman û dîrokê ya li ser civakan tê ferzkirin. Belgeyên ku em kom bikin jî em ê ji aliyên elaqedar re bişînin û em bikaribin zextekê ser rêxistinên mafên mirovan bikin, da ku hesabxwestineke adil were çêkirin. Pêwist e aliyên pêwendîdar jî rola xwe bilîzin û komîteyeke lêpirsînê bişînin, da ku bi çavê xwe bibînin bê di rastiyê de çi diqewime.
 
Planê we yên siberojê wê çi bin? 
 
Di nîqaşên me de me gelek tişt me anîn ziman mînak di Îraqê de destûrê wê rola jinê di nava xwe de napejirîne, li Misrê jin bê maf hiştine. Her wiha gelek mijarê ku jin di hundirê wî welatî de rastî tundiyê tên, hene. Dibe her meh jî em piştgiriya welatekî bikin. Me da zanîn ku pêwist e her rêxistin di welatê xwe de însiyatîfa xwe ya hundirîn jî bide şixulandin, mînak semîner ji jinan re bên çêkirin û rêxistina wan xurt bibe. Bernameyên me berfireh in, armanca me em civakeke aram ava bikin. Encax ev rêxistinên jin bikaribin herikandinekê bi xwe bînin û rewşê bidin guhertin.