'Wê êrîşên dewleta tirk li hemberî me nebin asteng'

  • 09:03 7 Mijdar 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
EYN ÎSA - Jinên ji navçeya Eyn Îsayê nêrîn û helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê anîn ziman û gotin: "Me wek gel xwe bi rêxistin kiriye û em amade ne li hember êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê parastina xwe bikin." 
 
Ev demeke dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî navçeya Eyn Îsa û gundên mîna Xalidiyê, Dibis, Hoşan û xweringeha Seqir dikin. Her wiha rêya M4 rojane tê topbarankirin û di encama van êrîşan de ajokarên maşîneyan û şivanên pez tên hedefgirtin. Di derbarê êrîşan de jinên ji pêkhateyên ereb yên di navçeya Eyn Îsayê dijîn nêrînên xwe parve kirin.
 
'Li hemberî şer em xwe bi rêxistin dikin'
 
Jina bi navê Xense Remedan Husên helwesta xwe li hember êrîşan wiha anî ser ziman: "Ev ji salekê zêdetir e jiyana me di nava şer de ye. Piştî ku Girê Spî hat dagirkirin û şûnde rojane Eyn Îsa û gundewarên wê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Di destpêka dagirkirina Girê Spî de gel ditirsiya û ji malên xwe derdiketin piştî hefteyan dizîvirin malên xwe, lê niha gel bi israr in ku axa xwe biparêzin da ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Eyn Îsayê dagir nekin. Me wek gel xwe bi rêxistin kiriye û em amade ne li hember êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê parastina xwe bikin. Di hemû çalakiyan de em helwest û nerazîbûna xwe li dijî dijmin diyar dikin. Di destpêka êrîşan de dewleta tirk û çeteyên wê bi roj êrîşî gundewarên Girê Spî dikir, lê di van demên dawî de êdî şev û roj topbaran dike. Di van êrîşan de yên herî zêde jiyana xwe ji dest didin zarok û jin in. Dema êrîşek çêdibe zarok bi rojan narazin û derûniya zarokan xerab dibe. Her wiha di van êrîşan de zarokên me ji perwerdeyan bêpar dimînin. Ez niha di komînan de kar û xebatê didim meşandin, weke tê zanîn komîn bingeha civakê ye. Ji bo rêxistinkirina gel komîn bingeha her tiştî ye. Ez jî wek jinekê bi erka xwe radibim û gel bi rêxistin dikim ku çawa malê xwe biparêzin." 
 
'Çi dibe bila bibe ez dest ji axa xwe bernadim'
 
Her wiha jina bi navê Miha Yasîn jî diyar kir ku ew ruxmî êrîşan jiyana xwe bi rojane didomînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û çeteyan êrîşî Girê Spî kirin, ji ber êrîşan em neçar man ku koçber bibin û me berê xwe da navçeya Eyn Îsayê. Em ji malên xwe koçber bûn dîsa em ji dewleta tirk xilas nebûn, vê carê jî êrîşî Eyn Îsayê dike û dixwaze careke din me bide koçberkirin, lê em dev ji axa xwe bernadin. Em ê li berxwe bidin heta ku em bajarên xwe yên ku hatine dagirkirin rizgar bikin û jiyana xwe ya ku me hemû pêkhateyan bi rengekî wekhev û aram bi hev re ava kiriye, dîsa bidomînin. Erdogan ne mirov e, êrîşî her kesî dike. Mala min li Girê Spî hilweşiya û milkên me hatin talankirin û şewitandin. Dewlet li ser me bazaran dikin û gel di nava lingan de diçin û dibe qurbanî û dewlet li ser xwîna me dijîn. Ji bilî QSD'ê tu kes me naparêze baweriya me bi QSD'ê tê û em dizanin rojek bê wê bajarên me yên dagirkirî bi destên QSD'e wê bê rizgarkirin."
 
'Em di şer de tên kuştin û mafê me nayê parastin'
 
Herî dawî zarokê bi navê Mihemed Kinco jî axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser zarokan û wiha got: "Dema ez li Girê Spî bûm jiyana me baş bû, ez û hevalên xwe em bi hev re diçûn dibistanê, paşê me bi hevre dilîst. Niha ez bi malbata xwe re li Eyn Îsayê dijîm, ji ber êrîşên heyî em gelek caran ji xwendina xwe bêpar dimînim. Wê rojê êrîş li ser navenda Eyn Îsayê dijwar bûn, ji ber wê êrîşê min nedikarî rabama ser xwe, ji ber lingên min hişkbûn û xwişka min ji tirsa re bi zerikê ket. Di encama êrîşan de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan û yek ji van hevalên me jî  navê wî Hatim Zêdanî bû. Banga min ji kesên ku mafê zarokan diparêzên heye ku xwedî li zarokan derkevin da ku zarok neyên kuştin."