Jinên şengalî Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

  • 09:02 7 Mijdar 2020
  • Rojane
Nesrîn Hisên / Almas Nayîf
 
ŞENGAL- Jinên êzidî tecrîda li ser Rêbere PKK Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin; "Tecrîda li ser rêberê me li ser hemû gelên azadixwaz te meşandin û nayê qebûlkirin.  Em dixwazin rêberê me azad bibe." 
 
Ev 22 salin Rêbere PKK Abdullan Ocalan li girtîgeha Îmralî yê te girtin û tecrîdeke giran te meşandin. Li gel vê tecrîdê çend meh berê 6 meh cezayê hevdîtina rûbirû ya bi telefonê dabûn Abdullah  Ocalan. Bertêkên Gelê Kurd û kesên azadixwaz li hember vê tecrîd û cezayê ku hatiye dayîn her ku diçê zede dibin. D derbarê vê bîryara ceza û tecrîda girana li ser Abdullah Ocalan de jinên Ezidî peyivîn.
 
Rihan Xidir tecrîd û cezayê 6 mehan ku li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn şermezar kir û wiha axivî; “ hemû kes dizanê ku Rêbertî ji bo azadiya hemû gelan tekoşînê dide. Şagirtên Rêberê me di fermanê de zarok, jin û gelê me ji qirkirinê xelas kirin. Tişta rêberê me ji bo civaka êzidî kiriye em tu carî ji bîr nakin. Em vê tecrîda li ser rêberê xwe jî qebûl nakin. Em nikarin agahiyê ji rêberê xwe bigirin. Li gel ku em nikarin agahiyê ji rêberê xwe bigirin jî her kes bêdeng e. Em dixwazin ji bo azadiya Rêberê me tu kes bedeng nemîne û xwedî li rêberê me derkevin. Pewîst dike ku em her tim li ser piya bin û daxwaza min jî ew e ku her kesek li hember vê tecrîde bedeng nemîne. Divê em civaka êzidî û hemû gelên azadixwaz denge xwe bikin yek û vê tecrîde bişkinin.”
 
'Fikrên rêberê me belav dibin'
 
Silala Qasim bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, diyar kir ku tecrîd bi  zanebûn tê girtankirin  û got; “ Em di destpêke de ve tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêberê me ji bo gelê bindest têdikoşe. Niha tu kes nikare bi rêberê me re hevdîtinê pêk bîne. Ev tecrîd bi zanebûn tê girankirin. Ji ber ku rêberê me azadîxwaz e tê tecrîdkirin. Naxwazin ku fikrên wî bigihêjin gelan û asteng dikin. Lê ew çi jî bikin fikrên rêberê me belav dibin. îro fikrên rêberê me li hemû cihan belav bû ne. Em jî îro li ser fikrên rêberê xwe xwe bi rêxistin dikin. Mafê rêberê me yê hevdîtinê jî asteng kirine. Pewîst dike em xwedî li rêberê xwe derkevin û tecrîda heyî bişkînin. Dwletên heyî dibejin 'em mafen mirovan diparezin' lê em dibînin ku ne wusa ye. Ev ji tecrîda li ser rêberê me tê meşandin diyar e. Em ji şengalê heta Îmraliyê silavên xwe ji rêberê xwe re dişînin.”
 
'Ji ber têkoşîna xwe îro girtî ye'
 
Neam Bedel jî tecrîda heyî şermezar kir û wiha  axîvî; “ Tecrîda li ser Rêber Apo kete sala xwe ya 22’emîn. Tecrîd îro girantir bûye. Rêberê me ji ber ku ji bo azadiya gelan têkoşînê dide tecrîd dikin û her ku diçe vê tecrîdê girantir dikin. Bi tecrîda giran dikin nahêlin ku rêberê me ji me re rêbertiyê bike. Ger ku rêberê me dîktatorek bûne wê ne girtî bûna. Rêberê me ji ber ku ji bo gelê xwe û hemû gelên bindest têkoşîn da îro di zindanê de. Em dixwazin tecrîda li ser rêberê me bi dawî bibe. Tecrîd zilm e. Yên ku ji xwe re dibêjin em faparêzin jî bêdeng dimînin. Em bi fikir û ramanên rêbere xwe ser bilind in. Ji bo azadiya rêberê xwe heta  dawî em ê li ber xwe bidin. Em bi hêvî ne û em ê rojekê rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Tu kes nikare fikir û ramanên Rêberê me asteng bike û ji me bigire.”
 
'Tecrîd roj bi roj giran dibe'
 
Emşê Reşo diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û ev tişt got; “ Di serî de weke jinên Şengalê em tecrîda li ser rêberê xwe şermezar dikin. Em jin vê tecrîdê qebûl nakin û em ê li hemer tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin. Pewîst dike ku bi Rêbertî re hevdîtin çêbibe û em agahiyê ji rêberê xwe bigirin. Wekî ku tecrîd ne bes be vê carê jî 6 meh cezayê hevdîtinê û hevdîtina bi telefonê birîn. Li ser rêbere me roj bi roj tecrîd giran dibe. Me civaka êzidî rêbertî piştî fermanê nas kir. fikir û ramanên wî em ji qirkirinê xilas kriin. Pêwiste ku em wekî civaka êzidî xwedî li rêberê xwe derkevin. Me piştî rêberê xwe nas kir em zad bûn û me xwe bi rêxisitn kir. Ez daxwaz dikim ku hemû şêniyên Şengalê xwedî li rêberê me derkevin.”
 
'Em heta dawî bi rêberê xwe re ne'
 
Wetha Reşo ya ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bi bîr xist jî wiha got; “ Ez weke jinêke êzidî di serî de silavên xwe ji Rêber Apo re dişinim. Em heta dawî bi Rêbere xwe re ne. Em dizanin ku destê hemû dewletan di tecrîda giran a li ser Rêbertî tê meşandin heye. Ji bo we jî tecrîda li ser nayê rakirin. Em bi Rêbere xwe re û fikir ramanên wî re dijîn. Em îro bi vê fikrê xwe rexistin dikin. Fikrên Reêber Apo ji bo hemû gelên bindest û ji bo azadiya gelan e. Em weke jinên êzidî tecrîda li ser rêberê xwe şermezar dikin. Li hember vê tecrîde pewîst e tu kes bedeng nemînin û denge xwe bilind bikin. di dema fermanê de fikre Rêbertî me xelas kir. îro jî pewîst dike em xwedî Rêbere xwe derkevin.”