Platforma Jinê ya Dêrsimê destdirêjî şermezar kir

  • 15:44 6 Mijdar 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Platforma Jinê ya Dêrsimê tevî astengiyên polîsan jî destdirêjî şermezar kir û got:"Dewlet kesên destdirêjiyê dike diparêze".
 
Platforma Jinê ya Dêrsimê ji bo Huseyin Polat ê li cihekî kar ê li Kuçeya Ataturkê destdirêjî kir, şermezar kir. Endamên platformê xwestin daxuyaniya çapemeniyê bide. Polîsên li ber cihê kar barîkat ava kirin daxuyanî asteng kirin. Jinan tevî astengiyan  pankarta "Li Fistikçioglu destdirêjî heye" hilgirtin û bi tilîlî û bi çepikan destdirêjî şermezar kirin. 
 
Polîsên êrişî jinan kirin pankart çirangin. Li ser vê yekê jinan dirûşmên  "Em cihên kar ên destdirêjî lê tê kirin qebûl nakin","Polîs kesên destdirêjiyê dikin diparêzin","Jin bi hev re bi hêz in" berz kirin. Welatiyên der û dorê jî bi çepik û pîspîskan piştigirî dan jinan.