TJA'yê jin vexwend meşê
- 15:39 6 Mijdar 2020
- Rojane
RIHA - Aktivîstên TJA'yê û HDP'yîyan jin vexwendin meşa ew ê sibehê li Pirsûsê bê lidarxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê jin li Rihayê li kuçe û kolanan bi jinan re hatin gel hevdu. Bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Remziye Tosun serdan hatin kirin û jin vexwendin meşa ew ê sibehê li Pirsûsê bê lidarxistin.
Banga beşdariya meşê hat kirin
Jinên TJA û HDP'yî li kuçeyên Sûka Birmilyon, Kuçeya Sara Altin, Semta Aligor û Yildirimê bi jinan hatin gel hevdu û bang li jinan kir ku jin li dijî tundiya mêr a li ser jinê bi hestiyarî tev bigerin.